Xûşka hêja

Birayê hêja

Rêz û silav.

Bi dilşadî (kêfxweşî) em dixwazin nûçeya damezrandina (jidayikbûna) Inîsiyatîva Kurdên Sûrî li Swêdê (IKSS) bigihînina we birêzan. Ev inîsiyatîv, li welatê Swêd, çarçoveke giştî ye ji karînên (hêzên)  revenda kurdên sûrî re, bi armanca ” xurtkirina girêdanên di navbera endamên revenda kurdên sûrî li Swêdê, û xurtkirina têkiliyên wan bi welêt re û bi Swêd re, û dokumêntkirina informasyonên ko girêdayî gelê Kurd li Sûrya ne, û gihandina wan bo raya giştî û dezgehên mafê mirovan. Ev hemî di riya avakirina têkiliyên çalak bi dezgeh û encumenên swêdî û navneteweyî yên cur be cur re pêk tê. Herweha inîsiyatîva me hewil dide ko di navbera revenda Kurd li Swêdê û revendên din yên kurdên sûrî li derveyî welêt, têkiliyan ava bike, û hewil dide ko nûnertiyeke giştî ji kurdên sûrî re, li Ewrûpa ava bike. Di eynî wext de inîsiyatîv kar dike ji bo danûstandinan bi revendên sûrî yên din, ko li Swêdê ne, saz bike li ser bingeha rêzgirtina hevûdû”.

IKSS ne partiyeke siyasî ye, ew serbixwe ye û bi tu aliyên siyasî yan olî ve ne girêdayî ye. Her kes dikare bi serê xwe tevlî bibe, piştî ko baweriya xwe bi program û rêbaza wê bîne û perê endametiya xwe bide (200 kr. ji bo kesên ji 18 salan mezintir).

Baweriyên endamên IKSS yên olî û siyasî çi bin bila bibin, lê ew hemî wek hev in di erk û mafan de, û pêwîst e ko ev bawerî, di koka xwe de, ne li dijî armancên sereke yên inîsiyatîvê bin.

Hemî encumen û komîteyên inîsiyatîvê bi rengekî dêmokratî têne hilbijartin û ew rewabûna xwe ji kongireya giştî ya salane distînin. Ev kongre siyaseta giştî ya salane ya inîsiyatîvê dest nîşan dike û rexnê li kêmasiyên bûrî digre û program û rêbazê jî ber çavan re derbas dike.

IKSS dezgehekî dêmokrat e û li Swêdê hatiye tomarkirin(qeydkirin) û li gor qanûnên swêdî tevdigere. Navenda wê li bajarê Uppsala ye.

Em ji we birêzan dixwazin ko hun tevlî vê inîsiyatîvê bibin, û eme pir dilxweş bin ko hun enkêta endametiyê dagrin û perên xwe rêkin kontoyê me :

 

Nimra hisab: PG:  1440865-2

 

Ji bo têkeliyan:

e-post: ikss@spray.se

  Tel: 0707910312

   Navnîşan: IKSS

   Topeliusgatan.15

   754 41 Uppsala

 

Komîta giştî ya IKSS

   Uppsala -01.2005

 www.kurdo.org