Inîsyatîva Kurdên Sûriyê li Swêd hat
damezrandin di 5/6/2004 li bajarê Uppsala li Swêd û armnaca wê ewe, ko
nûnertiye kurdên Sûriyê li Siwêdê bike
Dastûr û armancên
EKSS
SBS RADIO
FM2000
DengêEmerîka
Radyo Zayele
Dengê
Mezopotamya
|
|
8.03.2006 Kurdo.org
DAXUYANÎ
Ligora biryara komîteya gişti ya
Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKSS), ji bo bîranîna Serhildana Kurdistana Sûriyê, destûra manîfestationekê li ber perlemana Swêdê, roja 2006-03-10, hatibû stendin. Paşê hate bihîstin ko, hin rêxistinên kurdên Sûriyê, bi tena xwe, dixwazin xwepêşandanekê li ber balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê, roja 2006-03-11 çêkin.
Me hewil da ko em herdû çalakiyan bi hev re bikin yan wan bikin yek, lê mixabin daxwaza me biserneket.
Jibo rêzgirtina rumeta şehîdan û parastina yekîtiya revenda kurd li Swêdê, biryara me hate guhertin û di şûna manifestationê de, wê şandeke kurdî, roja 2006-03-10 , nameyeke hevbeş bi navê Encumenê, hemû dezgeh û rêxistinên kurdistaniyên din li Swêdê, radestî parlamana Swêdê, Encûmena Yekitiya Ewrupa û serokatiya YE Austria(Nemsa) bike.
Em piştgiriya hemû çalakiyên riswakirina rêjîma Sûriyê dikin û hêvîdarin xwepê şandana hemberî balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê serketî be.
Bijî serhidana rojavayê Kurdistanê û hezar silav li canê pakê şehîdên Kurdistanê bin.
Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKSS)
Cih û dema Xwepêşandanê:
Karla Plan; Narvavägen 32
11-03-2006; 13:00-15:00
|
|
Initiativkommitté För
Syriska Kurder i Sverige bildades 5/6/2004 i staden Uppsala i Sverige
och är en rikstäckande
demokratisk vald representation av Syriska exilkurder i Sverige.
|