|
Ekss Encûmena Kurdên Suriyê li Swedê/EKSS li Swêd hat damezrandin di 5/6/2004 li bajarê Uppsala li Swêd û armnaca wê ewe, ko nûnertiye kurdên Sûriyê li Siwêdê bike
|
Kurdo.org 25.04.2010 Agahdarî Kongira salanî ya Encûmena Kûrdên Sûriyê li Swêdê/ EKSS li Stockholm 22/5, katjimêr 13.00-1700 Cih: Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) Duvbovägen 59, 163 43 Spånga Bixêrbên! Encûmena Kûrdên Sûriyê li Swêdê/ EKSS Komita birêvebir.
Hêvîdarin ko hemê endamtiya salê 200:- bidin li ser Plusgiro: 1440865-2 EKSS. Ji bo pêşneyar hêvîdarin ko win rêbikin li ser vê meylê: styrelse@kurdo.org Kurdo.org 07.03.2010 EuroKurd News – eurokurd.net Bîranîna Şehîdên 12 Adarê yên bajarê Qamişlo Dûhî, Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê ji bo bîranîna Şehîdên Qamişloyê civînek mezin li Stockholmê pêk anî. Bîranîn bi belavkirina zaniyariya ”roja 12 adara 2004 an, polîsên Sûriyê bi mebesta kuştinê temaşevanên fotbolê li bajarê Qamişlo dane ber guleyan û 9 kes kuştin. Di dema veşartina şehîdan yan xwepêşandanan de, li ser goristanan û di bin êşkenceyên hovane de gulebarana şovenîstan berdewam kir û jimara kuştiyan giha 31 xort û keç ên kurd. Bi sedan brîndar û seqet bûn, bi hezaran kurd hatin girtin û hikumên dirêj li wan hatin birrîn. Rêjîma Sûriyê dixwest kurdan çavreşî ereban bike, wan bitirsîne û rêya daxwaza mafên netewî û meruvane li ber wan bigire. Lê gelê kurd bi raperîn û serhildan ên xwe yên gelêrî û herderî, yekîtî ya swe ya netewî û hêza xwe ya dinamîk bêhempa nîshan da. Bi xwepêşandanên tevayî, cemawerên kurd diyar kirin ko, kuştin û têror wan natirsînin û ew tucarî têkuşîna xwe narawestînin” dest pê kir û di encamê de ji her çar aliyê Kurdistanê xelk herikîn ber bînahiya ABF ê. Di civîna bîranînê de, niwênerên partiyên Swêdî axifîn û li ser pêlkirina mafê mirovan li Sûriyê û mafê Kurdan dîtinên xwe anîne zimên.
ji partiya Sosyal
Demokratan dostê kurda Cleas Nordmark bi dirêjî li ser rewşa Kurdan
kûr bû û mesajên eşkere da rejîma Esad. Nordmark, li ser noqteyan
kur bû: Seroka Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslan li ser giringiya agehdarkirina dezgehên swêdî û ewropî dîtina xwe anî zimên û hêviyên xwe ji dezgehên Kurdan ji bo piştgiriya Kurdên başûrê rojava anî zimên. Ji Partiya Çep Amina Kakabaveh ku nijadkurd e, silavên serokê partiya Çep ya Swêdê Lars Ohly gihand civînê. Amîne, li ser kêmbûna zaniyariyê li ser rewşa Kurdên binya xetê anî zimên. Kakabaveh qala tekoşîna Kurda kir ku ji berxwedana Qamişloyê dirêjî Rojtv dibe. Divê xebatên Kurdan baştir organîze bibe û ji bo destxistina mafê netewî hevkariya nav dezgehên netewî û navnetewî piralî bibe. Ji Partiya Gel Martin Andreasson pêkanînên rejîma Sûriyê yên derveyî mafê mirovan bi dirêjî nirxand. Nasîna nasnameya Kurda li Sûriyê, bidestxistina mafê mal û milkan ji bo hikumeta Swêdê giring e. Em piştgiriyê didin mafê mirovan yê Kurdan li Sûriyê. Lê piştgiriya me têr nake. Divê di Yekîtiya Ewropayê de bê niqaşkirin û gav bê avêtin. Ji partiya Mesîhiyên Demokratan Carolina Szyber qala serokê berê yê partiyê û parlementerê Ewropî Alf Svenssonî kir ku ew li ser pirsa bêwelatbûn û nasnameya Kurdên Sûriyê xebatê dike û ew ê hewil bidin ku pirs cidîtir bê girtin. Endamê Komîteya Karger ya Kurdistanê Kurdocide Watch CHAK-Swêd ê Seyidxan Anter di axaftina xwe de qala mezinbûna doza Kurdan li başûrê rojava kir, û wisa domand: Şêx Maşûqê Xizna di hevpeyvîna xwe di kovara Sîwan de li ser raperîna 12 ê adarê de wisa gotiye. Yek jê dinya pê hisiya ku pirsa Kurd li Sûrî jî heye. Bi taybetî piştî bazarên siyasî ku mesela kurdî hatibû veşartin. Du, hestên netewî di nav xelkê de geş bûn û Kurda bawerî bi xwe anîn ku dikarin gelek tiştan bikin. Fedekarî û hevkarî zora tirsê bir. Mamosteyê zanîngeha Mellardalenê Osman Aytar bi rêya kompîterê li ser pirsa netewî zaniyarî da û di pêşerojê de li Rojhilata navîn li ser guhertinên siyasî û cografîk zaniyariyên balkêş pêşkêşî beşdaran kir. Ji hevkariya muxalifên li Suriyê Kamran Haco li ser rewşa Kurda û nêzîkbûna rejîma Sûriyê dîtinên xwe anîn zimên. Ji beşdaran û raya giştî xwest ku, zextê deynin ser rejîmê ji bo ku naçar bimîne û guhertinên demokratîk pêk bihêne. Ji Hikumeta Herêma Kurdistanê Taha Berwarî jî bi dîtinên xwe yên cewaz bi zimanek dîplomatîk reng da civînê. Di dawiya axaftinan de, li ser navê Encumana Kurdên Suriyê li Swêdê Dr. Sadedîn Mele ji bo beşdarbûna mêvanan spasiyên xwe pêşkêş kir, hêvî û daxwaziyên xwe ji dostên Kurda û Kurdên perçeyên din anî zimên... Mirov dikare bêje ku, bîranîna Şehîdên Qamişlo li Stockholmê ji awira zaniyariyê têr û tije bû. Kurdên beşdar û mêvan ji gelek awiran ve zaniyariyên pêwîst li ser rewşa Kurdên binya xetê bidest xistin û nêzîkayek pir germ pêk hat. Bîranîn bû cihê hevkariyê, êşa Qamişlo bû ya kurdên bakur, başûr û rojhilat û mirovahiyê… EuroKurd News – eurokurd.net Kurdo.org 21.02.2010 Vexwandin Bîranîna serhildana gelê kurd li Sûriyê Cih: ABF-huset, Sveavägen 41, Stockholm Dem: şemî, 2010-03-06; 13:00-15:30 Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê -EKSS Bi pişitgiriya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ----------------------------------------------------------------- Roja 12 adara 2004 an, polîsên Sûriyê bi mebesta kuştinê temaşevanên fotbolê li bajarê Qamişlo dane ber guleyan û 9 kes kuştin. Di dema veşartina şehîdan yan xwepêşandanan de, li ser goristanan û di bin êşkenceyên hovane de gulebarana şovenîstan berdewam kir û jimara kuştiyan giha 31 xort û keç ên kurd. Bi sedan brîndar û seqet bûn, bi hezaran kurd hatin girtin û hikumên dirêj li wan hatin birrîn. Rêjîma Sûriyê dixwest kurdan çavreşî ereban bike, wan bitirsîne û rêya daxwaza mafên netewî û meruvane li ber wan bigire. Lê gelê kurd bi raperîn û serhildan ên xwe yên gelêrî û herderî, yekîtî ya swe ya netewî û hêza xwe ya dinamîk bêhempa nîshan da. Bi xwepêşandanên tevayî, cemawerên kurd diyar kirin ko, kuştin û têror wan natirsînin û ew tucarî têkuşîna xwe narawestînin. Jibo rûmetkirina şehîdan, bibîranîna serhildana adarê di salvegara wê ya şeşan de û nirxandina rewşa kurdan li Sûriyê, Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê ahengeke çandî roja şemiya 06-03-2010 an li ABF, Sveavägen 41, Stockholm, li dar dixe. Di rojevê de filmeke dokumenter liser serhildanê û xebta gelê kurd jibo hebûn û mafên xwe yên netewî, çandî û meruvane heye. Bi beşdarbûn û nerînên we emê şa bibin. Hemû ser çavan bên
Kurdo.org 03.08.2009 Ji bo serokê herêma Kurdistanê kek Mesûd Barzanî! Stockholm 2009-08-03
Komîta birêvebir ye Encûmena Kûrdên Sûriyê li Swêde
Kurdo.org 02.06.2009 Name jibo endam û layengerên EKSS Xuşk û birayên birêz… Jibo ko, em karibin xwedî li hev derkevin, mafên xwe biparêzin, kesayetiya xwe biparêzin û piştgiriya gelê xwe li welêt jî bikin, revenda kurd li Swêdê, mîna li welatên din , pêwistî bi xwerêxistin heye. Bi hev re ketina nav civata nuh û danûstendina bi derdora xwe re hesantir dibe, sudwergirtin mezintir dibe û meruv kare bandor û rola xwe jî çêtir û gewretir bike . Loma jî, jibo ko, xebata me kêrhatî be û rayagiştî guh bide doza me , gereke em destên xwe bidin hev, gotina xwe bikin yek û sîwanên xwe yên netewî yên hevbeş û yekgirtî pêkbînin. Bi vê armancê û ligora zakonên komeleyên svîl ên Swêdê, Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKSS), berî 4 salan hatiye damezrandin û xebata xwe dike. Endametiya wê ji her kurdekî ji Sûriyê re vekirî ye û roj bi roj pêwistiya wê bi delîve û derfetên gencên ko, li Swêdê mezinbûne bêtir dibe. Wek tê zanîn, berpirsyariyeke mezin liser milê EKSSê ye û eger ew jêhatî be û erkên xwe bicih bike, kare gelek çalakiyan pêkbîne û bi rêya pêwendiyan kare dost û hevalan bibîne û lobiya kurdî pêda bike û firehtir bike. Herwiha, mafê me, wek komeleyeke Swêdî û hemwelatiyên vî welatî, heye ko, em doza piştgiriya mafên meruvatiyên xelkê xwe li Sûriyê ji dewleta Swêdê bikin. Ev erkê me hemuyan e û çawa li paytextê, wiha jî li bajarên din ev kar tête xwestin. Lewra jî gereke em şaxên EKSS li hemû der û warên revenda xwe deynin. Piştî kongireya xwe ya dawî li Uppsala roja 2009-05-16, komîteya nuh programa xwe ya seretay jibo çalakiyên xwe yên ayinde di van xalên jêrîn de, daniye: 1- Pêwendî û civîn bi gencan re; 2- Pêwendî bi komele û dezgehên kurd û kurdistanî li Swêd û welatin din re; 3- Organîzekirina aheng, çalakî û şevên çandî ji malbatên kurd û dostên wan re; 4- Pêwendî bi hemû komele, partî û dezgehên swêdî û navnetewî re; 5- Nardina nameyan bi helkevtina munasebetên swêdî û kurdî: 6- Ragihandina zanyariyan liser gelê kurd û buyerên ko, li welêt rûdidin, jibo rêxistin, dezgeh û medya swêdî; 7- Nuhkirina malpera EKSS û rêkirina e-mailan ji endaman re; 8- Nuhkirina kompaniya endametiyê di nav revenda kurd de; Xuşk û birayên xuşewîst… Gelê me li Suriyê di bin çewisandin û sîtemkariyeke şovenî ya bêhempa de ye, mafên wî yên hemwelatî, meruvatî, çandî, aborî û netewî têne binpêkirin. Çavên xelkên me li revenda wane ko, hawara wan bigihîne dostan û rayagiştî ya cihanî. Bêgûman, pêkanîna vî erkê pîroz û bicihanîna van çalakiyên serete bi alîkarî û baweriya hemû endam û dostan ve girêdayiye. Em libenda daxwaz û pêşniyaz ên we ne û bi hevre em xortir in. Komîteya EKSS 2009-05-31
|
Lînk
|
Senast uppdaterat 2010-04-25
start 08.02.2005
|
Copyright © 2005 www.kurdo.org |