info@kurdo.org

الموقع بالعربية       Svenska         Kurdî              Kontaktinformation                                                  Nûkirina dawî  2008-03-26

Inîsyatîva Kurdên Sûriyê li Swêd hat damezrandin di 5/6/2004 li bajarê Uppsala li Swêd û armnaca wê ewe, ko nûnertiye  kurdên Sûriyê  li Siwêdê bike.Nuha navê wê buye: Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê. .
 
Dastûr û armancên EKSS 
 

 

SBS RADIO

FM2000

DengêEmerîka

Radyo Zayele

Dengê Mezopotamya

 

21/03-2008 kurdo.org                                                                                                           

 

QAMIŞLO - Do dora seet 18:00 de li taxa rojava ya Qamişloyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê sê welatiyên kurd kuştin û çarên dî birîndar kirin. Ev bûyer qewimî dema welatiyên kurd li hev kom bûbûn û li dora agirê Newrozê cejna Newrozê pîroz dikir. Bêyî ku ti pirsgirêk çêbûbin, ji nişkê ve hêzên ewlekariyê gule berdan welatiyan. Mihemed Zekî Remedan (25), Mihemed Mehmud Hisên (18) û Mihemed Yihya Xelîl (36) bi guleyan hatin kuştin. Kesên ku hatin birîndarkirin, ev in: Kerem Ibrahîm Yûsiv (23), Riyad Yûsiv Şêxê, Mihyedîn Cemîl Îssa (35) û Mihemed Xêr Hecî Îssa (25). Birîna Mihyedîn Îssa dijwar e. Komek ji welatiyên din hatin girtin, Aras Ibrahîm Yûsiv yek ji wan e. Partiyên kurdî li Suriyê rêjîma Suriyê wekî berpirsyara kuştina û birîndarkirina Kurdan bi nav dike û bang li gelê kurd li Kurdistana Suriyê dikin ku şîniyê li dar xin û îsal cejna Newrozê pîroz nekin.

Em wek EKSS vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji netewa kurd re dixwazin. Têkilî wê bêne kirin û name bêne şandin bo hemo kesên xwedî bawerî û rol.

Serkeftin û pêşveçûn bo Kurd û Kurdistan.


19/3-2008 kurdo.org

Newroza we pîroz be

Komîta birêvebir ya EKSS ê Newroza gelê Kurd pîroz dike.Xweşiyê û serkeftinê ji bo we û malbata we dixwaze.Em hêvîdarin ku Newroz pêşveçûn,aştî û aramiyê bi ser miletê me de bîne.


18/3-2008 kurdo.org

 

Di 23ê heyva 2an de, li bajarê Gävle EKSS şevbuhêrkek li darxist. Mebesta serekane ya şevbuhêrkê ew bû ku harmoniyek di nav kurdên binxetê de peyda bibe, û ji aliyê siyasî û civakî ve nêzî hev bibin. Di wê şevbuhêrkê de rewşa kurdên welat û herwiha rewşa kurdan li derveyî welat hate gotûbêj kirin. Hêjayî gotinê ye ku kurdên daniştê bajarê Gävle ên xwedî dikan û restorant sponsoriya vê şevê kirin bi xwarinû vexwarin bo hemo beşdaran, herwiha şev hate xemilandin bi dengê Dr Serdar û hunermend Beha §êxo ve. Şevbuhêrk li gor kesin hazir, pir baş derbas bû. Li vir em çend dîmenan /wêneyan/ ji şevbuhêrkê diweşînin.

Gävle 23-02-08

 


2/2-2008 kurdo.org 
                                                 Serdana F .Beyreqdar
 
Di roja 26/1-2008 delegasiyoneke ji aliyê EKSS ve serdana helbestvanê Sûrî Ferec Beyreqdar kir û pîrozbayî lê kir bi hoyê ku wî xelata Tucholsky(Tucholskypriset) ya vê salê wergirtibu. Ev xelat ji aliyê PEN,a swêdî ve hersal tê terxankirin.
F. Bereqdar ji bo xebata xwe ya edebî û siyasî 14 salan di zindana Sûrî de maye û eva nêzî salekiye ku li Swêdê ni§tecîbûye.
 
F.Beyreqdar seredana delegasiyonê pir bi kêfxwe§î pesinda û ew dît weke nî§aneka mezin ji bo dostaniyê û rumetgiriyê,ewî da xuyakirin ku heta îro ji Kurdan/EKSS pêve tu grupên din karekî wisa nekirine,herweha got ku ew berêjî dostê Kurda bû û ev gavên wisa  dostaniyê xort dikin.


5/11-2007 Kurdo.org

Birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê
Birêz Ednan Muftî serokê Parlamenta Kurdistanê

 
Kongireya çaremin ya Encûmena Kurdên Sûryê li Swêd (EKSS) ku di 3/11-2007 de li bajare Gävle li darket, piştgiriya xwe dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî planên hikûmeta turkiyê, em hêvidarin ev rewşa aloz bi riyeke aştiyane bête careserkirin.
 
Di rewşa iro de parastina Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê her Kurdistanîyekî ye, bizava we cihê piştgirî û rûmeta meye.
 
Kongira
çaremin ya EKSS.


 

03.11.2007 kurdo.org

KONGIRA IV AN YA EKSS

Kongireya çaremîn a Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS seet 13.00 li bajarê Gävle û bi beşdarbûna 41 nûneran li darket.

 Piştî xwendina raportan ûnirxandina karê sala bûrî, pêşniyar li ser başkirina kar, xurtkirina xalên lewaz di kar de û herweha şêweya lipêşxistina karê EKSS.

Komîteyeke ji pênc endaman û du cîgiran  hate hilbijartin û herweha komîteya rawêj û komîteya hesabkaran hate destnîşandan.

ji biryarên ko kongirê girtin ewbû ko nameyek bi navê kongirê ji serokê herêma Kurdistanê birêz Masûd Barzanî re di rêkin; di nameyê de gurintiyên Turkiyê di derbarê dagirkirina başûrê Kurdistanê de şermezar bikin û herweha piştgiriya xwe ji gelê xwe re nîşan bikin.

 kongir seet 17.00 hate bidawîkirin bi şêweyekî serkeftî.


02.10.2007 kurdo.org

Vexwendin bo civîna salê- Gävle 2007

 

Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS civîna xwe ya salê(kongir) li dar dixe.

Em bi dilekî şad hemû kurdên Sûryê ko li Swêdê dijîn vexwendî civînê dikin.

Em hêvîdarin ko hûn beşdarî civînê bibin bi şêweyekî çalak û bi berpiryariyeke bilind jibo ko em bikaribin lawaziyên xwe binasin, çareyan jêre bibînin, û herweha karê xwe bi gelemperî baştir bikin.

Em hêvîdarin ko pêşniyarên we bigihên destê me berî hefteyekê ji civîne, de em bikarin bi bişînin ji hemû endaman re, û herweha bi baştirîn şêwe di civînê de guftûgo bikin.

Cih: Folketshus- Gävle (S. Centralg. 10 )

Dem: Şemî  03.11.2007 katjimêr 13.00-17.00

Rojev:

1-      vekirina civînê

2-      hilbijartina dîwanê

3-      pejirandina rojevê

4-      xwendina rapora 2006-2007

5-      xwendina rapora aborî 2006-2007

6-      xwendina rapora rêvîsor an

7-      pejirandina raporan

8-      azadkirina komîteya birêvebir ji berpirsyariyê

9-      guftûgokirina pêşniyaran

10-  hilbijartina komîteyeke nû

11-  hilbijartina rêvîsoran

12-  hilbijartina komîteya rawêj

13-  pirsên dîtir

14-  bidawîkirina civînê.


15.05.2007 Kurdo.org

SALVEGERA ŞEHÎDBÛNA ŞÊX MAŞÛQ

   Di duemîn salvegera şehîdbûna şêx Maşûqê Xiznewî de, bi dengekî bilindtir ji Kurdistanê û ji derve em dibêjin e şehîdên xwe: ew doza ko hûn ji berve şêhîd bûn xurttir dibe, ew serfirazî û azadiya ko hûn di ber de şehîd bûn nêziktir dibe.

Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS jî ji aliyê xwe ve çend civînên bîranînê li bajarên Swêdê li dar dixe, û di van civînan de şêx Murşidê Xiznewî beşdar dibe.

1- Roja Înê 01.06.2007 katjimêr: 18.00 li Vaksala skolan-Uppsala.

2- Roja Şemiyê 02.06.2007 katjimêr: 13.00 li ABF-Fabian salen-Stockholm.

3- Roja Şemiyê 02.06.2007 katjimêr: 18.00 li Valby Brandkår- Västerås.

4- Roja Yekşemê 03.06.2007 katjimêr: 14.00 li Sandviken.

5- Roja Yekşemê 03.06.2007 katjimêr: 18.00 li Komela kurdi-Gävle(Brunnsg.75C).

6- Roja Sêşemê 05.06.2007 katjimêr:(  ) li Göteborg.

7- Roja Çarşemê 06.06.2007 katjimêr:( ) li Växjö.

Agahdariyên nêzîktir di derbarê cih û dem yên ko me hê cêbicê nekiriye em e bigihênin we gava ko bikeve destê me.

 tel.0707910312

BI XÊR BÊN


07.03.2007 Kurdo.org

XWEPÊŞANDAN

Roja 2007-03-12 sêhemîn salyada serhildana gelê kurd li Kurdistana Sûryê ye.

Jibo bîranîna vê rûdana dîrokî, rêzgirtina şehîdan û riswakirina siyaseta rêjîma Sûryê û pilanên wê yên nepak li hemberî gelê kurd û pirsa wî ya netewî ya rewa, rêxistinên li jêr binavkirî xwepêşandaneke protestoyê pêk tînin.

Em bangî tevaya revenda xwe û dostên gelê kurd dikin ko, hevkar bin û beşdariyeke çalak di vê xwepêşandanê de bikin.

 

Emadekar:

Rêxistinên partiyên siyasî yên kurd li Sûriyê – Rêxistinên Swêdê;

 

Bi piştgiriya:

Komîteya Hevkariya Rêxistinên kurd û Kurdistanî li Swêdê;

Federasyona Komelên Kurdistanî li Swêdê - Federasyon;

Encumena Kurdên Sûryê li Swêdê - EKSS.

Insyatîva kurd li Swêdê – IKS

 

Dem: 2007-03-11; Katjimêr: 12:00 – 13:30;

Cih: Sergelstorg; Stockholm      


09.01.2007 Kurdo.org

VEXWENDIN

Encûmena kurdên sûryê li Swêdê EKSS nûnerê hêzên siyasî yên kurdê Sûryê li derve vexwendî panêlekê dike jibo guftûgokirina rewşa rojavayê kurdistanê bi gelemperî û rewşa hêzên siyasî bi taybetî.

Xalên panêlê ev in:

 

  • Rojavayê kurdistanê: îro di çi qonaxê de ye?

  • Rewşa hêzên siyasî li gora pirsgirêkan çiye?

  • Daxwaza hêzên siyasî ji rêxistinên xwe yên li derve çiye?

  • Erkên wa rêxistinên li derve:

-          Beranber partiyên xwe.

-          Beranber ravenda kurdên Sûryê li derve,

-          Erkê kurdistanî.

Dem; Şemî  13.01.2007, Katjimêr 13,00 -16,00.

Cih; ABF-Stockholm, Sveavägen 41, Sandler salen.


04.01.2007 Kurdo.org

  Bang jibo ravenda kurd li Swêdê 

 

Di 20.12.2006 sekreterê partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê berêz Şêx Alî ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hate revandin û ta îrojî cihê wî ne diyar e!

Ravenda kurdên Sûriyê li Swêdê çalakiyeke hevbeş li pêş balyozxaneya Sûriyê li Swêdê li dar dixe weke protêst li dijî van kiryarên ne yasayî. Beşdarên vê çalakiyê herweha wê nameyeke protêst bidin balyozxaneya Sûriyê û doza serbestberdana berêz Şêx Alî bikin.

Em piştgiriya vê çalakiyê dikin, tevlî wê dibin, û hemû kurdên Swêdê û dostên kurdan vexwendî çalakiyê dikin.

 

Dem: Duşem 08.01.2007  katjimêr: 13:00

Cih  : Närvavägen.3- Stockholm


05.01.2007 Kurdo.org

Vexwendin

Weke tête zanîn hêzên ewlekariya leşkerî ya rêjîma Sûriyê roja 20.12.2006-ê li bajarê Heleb sekreterê Partiya Yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê girt û berve cihekî nediyar birin. Tevî hewildanên lêpirsîn û -gerînê, yên ji aliyê xizm û malbeta wî de, hîn jî cih û çarenûsa wî ji malbat û hevalên wî re ne diyar e – hêza ku ew girtî tu agahiyan li ser nade.

Lewre jî em bang li revenda kurd û kurdistanî, komele û rêxistinên kurdistanî û herkesê ku rûmet û mafên mirovî li ba nirxdar in dikin, da ku roja Duşemê, 08.01.2007, beşdarî xwepêşandana li pêş balyozxaneya sûrî ya li Stokholmê bibin û piştgiriya xwe bi xebatkar Şêx Alî û hemû girtiyên siyasî li Sûriyê re diyar bikin. Herweha ji bo daxwezkirina serbestberdana wî û hemû girtiyên bîr û ramanê yên di girtîgehên rêjîma Sûriyê de.

Azadî ji xebatkar Şêx Alî

û hemû girtiyên siyasî û çalakvanên civaka sivîl re

Cihê Xwepêşandanê:    KARLA PLAN / NARVAVÄGEN

Dem:                             Roja Duşemê, 08.01.2007

Katjimêr:                       13.00

Ji bo têkiliyê:                 Tel:   0736589392  û 0707149673

Rêxistinên Swêdê yên:

       Partiya Ayadî ya Kurd li Sûriyê

       Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê

       Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê

       Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê

       Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ


22.12.2006 Kurdo.org

Semîner


Sekreterê Giştî yê Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê Xeyreddîn Mûrad li ser rewşa kurdên binxetê semînerek dide.
Dem: Şemî, 23ê December 2006, seat 14:00
Cî: FKKS- Henriksdalringen 6, Nacka-Stockholm

Bi xêr bên

31.10..2006 Kurdo.org

Bîranîna şewata sînema Amûdê li Swêdê

Berî çel û şeş salan di 13.11.1960 î de agir bi cegera gellek malbatên kurd ket. Bajarê Amûdê (Rojavayê Kurdistanê) reş girêda. Di wê roja tarî de agir bi sînema Amûdê ket, bi sedan zarokên kurd ko di riya dibîstanên Amûdê re hatibûn sînemê, di hindirê sînemê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî ewqas saljî tu lêkolînên serbixwe li ser wê pergalbelabûnê ne hatine kirin.

Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS we berêzan vexwendî bîranîna şewata sînema Amûdê dike.

Dem: roja yekşemê 12.11.2006 katjimêr: 14:00

Cih: Rådhussalen (Stora torget) Uppsala

Jibo pirsên we, tel: 0707910312


07.08.2006 Kurdo.org

23 MÛM JI ROJAVA VEMIRÎN

  Grûpeke kurdên rojava ji Çiyayê Kurmênc ko ji belengaziyê malbatên xwe bi cih hiştibûn û li Lubnanê karê berefkirina meyweyan dikirin, roja 4.8.2006 li bajarê Qaah yê ko nêzîkî sînorê Sûryayê ye ketin ber êrîşa artêşa Îsraîl û ji nav gellek kuştî û birîndaran 23 kurd şehîd bûn.

 Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS bi dilşewatî serxweşiya malbatên şehîdan dike, hêviya tendurudtiyê ji birîndaran re dike, û hêvî dike ko çi şewat bi ser gelê me de neyên.

Bila serê gelê me sax be, bila serê malbatên şehîdên me sax be!


20.06.2006 Kurdo.org

Necirvan_Barzani_0009.jpg

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersîva nameya EKSS da

 Di 09.05.2006 an de  Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS nameyeke pîrozbahiyê ...bixwîne

 

 


08.06.2006 Kurdo.org

Sêyemîn kongira EKSS

Bi beşdariya kurdên Sûryê ji gellek bajarên Swêdê, roja şemiyê 03.06.2006 kongira sêyem ya Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS vebû. bixwine..


28.05.2006 Kurdo.org                     Yekemîn salvegera Şêxê Şehîdan

Di yekemîn salvegera şehîdbûna şêxê şehîdan Maşûqê Xiznewî de, em bejna xwe ji hemû şehîdên kurdistanê re ditewînin.bixwîne...


28.04.2006 Kurdo.org

EM BI HEV Û BI HEVRE..XURTIN!

Di bi vê parolê de kongira EKSS a sêyemîn li dar dikeve, bixwîne..


11.05.2006 Kurdo.org

 Nameya EKSS Jibo serokê hikûmeta kurdistanê, birêz Nêçîr Barzanî, bixwîne..


15.04.2006 Kurdo.org                                         Agehdarî

Roja Yekşemê 16-04-2006, katjimêr 13:00, hevdîtinek ligel nivîskar Îbrahîm Mehmûd, li pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê çêdibe.

Bi beşdarbûna we emê kêfxweş bibin.

Encûmena Kurdên Sûryê li Swêdê - (EKSS);

Pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê

Navnîşan:
Slupskjulvägen 26;

Skeppsholmen
S-111 41 Stockholm


12.04.2006 Kurdo.org                   Vexwendin ji bo sîmîner  

Encûmena Kurdên Sûryê li Swêdê EKSS we vexwendî sîmînereke wêjeyî dike li gel rewşenbîr û nivîskar mamosta Îbrahîm Mehmûd ji rojavayê Kurdistanê.

Mamosta Îbrahîm di warê felsefê, siyaset, wêje û gellek babetên dîtirde jî xwe mijûl dike.

EKSS bi germayî bixêrhatina mamosta Îbrahîm Mehmûd dike ko bi mîvandarî ji welêt hatiye vir, û herweha bixêrhatina we hemiyan dike bo sîmînerê.

Cih: Uppsala- Solistvägen.22

Dem:2006.04.14 katjimêr: 14:00


03.04.2006 Kurdo.org                                         Daxuyanî 

Jibo piştgirtina raperîn û xwepêşandanên van rojan li Bakurê Kurdistanê, bixwîne..


12.03.2006 Kurdo.org                                         AGAHDARI  

 Komîteya hevkariya komeleyên kurd li Uppsala-Swêd, çalakiyeke hevbeş li dardixe ji bo 18 saliya komkujiya      kurdan li Helebçe  û hemû kurdistaniyan vexwendî çalakiyê dike.

 Dem: 16.03.2006 katjimêr:16.00- 18:00

 Cih:    Stora torget- Uppsala


08.03.2006 Kurdo.org                                 DAXUYANΠ

Ligora biryara komîteya gişti ya  Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKSS), bixwine...


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Erşiv

  1

 

Copyright © 2005   www.kurdo.org 

Webmaster

 

 

 

Initiativkommitté För Syriska Kurder i Sverige bildades 5/6/2004 i staden Uppsala i Sverige och är  en rikstäckande demokratisk vald representation av Syriska exilkurde i Sverige. Nu har det ändrat namn till: Rådet för syriska kurder i Sverige.

 

Program 
Stadgar