DESTÛRA HINDIR Û ARMANCÊN EKSS

 

Maddeya 1:

Nav:

Encûmena kurdên sûrya li Swêdê. EKSS

Maddeya 2:

Pergal:

 civîna giştî ya salane (kongire)  komîteya encûmenê hildibijêrê.

Maddeya 3:

Armanc:

1-      Avakirina têkeliyan di navbera revenda kurdên sûrya li Swêdê û revendên kurdê sûrya  li welatên cûrbecûr de.

2-      Avakirina têkeliyan bi dezgehên swêdî û yên navnetewî re jibo armancên EKSS.

3-      Serrastkirina agahdariyên girêdayî gelê kurd li Sûrya û ragihandina wan agahdariyan bo raya giştî û dezgehên mafê mirovan.

4-      Pêkanîna çalakiyên civakî bi mebesta xurtkirina têkeliyan di navbera kurdên Sûrya li Swêdê de, xurtkirina têkeliyan bi welêt re û bi civaka swêdî re. herweha têkelî bi revendên sûrî li Swêdê re yek ji armancên EKSS e.

5-      Xurtkirina têkiliyan bi revend,rêxistin û dezgehên kurdistanî re.

6-      Peydakirina pereyan jibo cêbicêkirina armancên EKSS.

Maddeya 4:

Şêweya kar.

-          EKSS xebatê dike li gor prînsîpên demokratiyê û zagonên swêdî.

-          Endamên EKSS nûnertiya xwe tenê dikin û bi her yekî bi serê xwe re hesab dibe li pêş kongirê.

Maddeya 5:

Biryar:

Biryar tên e girtin li gor dengdanê, bi piraniyê.

Maddeya 6:

EKSS komîteyên pispor saz dike li gor biryarên kongirê û şêweyên kar.

Maddeya 7:

Cih:

Cihê EKSS bajarê Uppsala – Swêd e.

Maddeya 8:

Komîte:

1- civîna giştî ya salê (kongire).

2- komîteya giştî.

3- komîteya hesabdaran.

4- komîteya rawêj.

5- civîna awarte.

 Maddeya 9:

Civîna salê

- Bilindtirîn organ e, salê carekê pêk tê berî bidawîbûna meha Hezîranê.

- Bi kêmanî berî mehekê ji civîna salê daweya amadebûnê tê şandin ji endamên beşdar re.

Civîna salê bi van karan radibe:

a-      pêşwaziya mêvanan û vekirina civînê.

b-  hilbijartina komîteyekê jibo birêvebirina civînê.

c-  hilbijartina komîteyekê jibo duqetkirina biryarên civînê û gihandina wan biryaran bo komîteya giştî a hilbijartî ji civîna salê.

       d- hilbijartina komîteya dengdanê.

       e- biryardana rewabûna civînê.

      f- amadekirina lîsteya kesên ko mafê wan yê dengdanê heye.  

       g- bicihkirina rojeva civînê.

h- guhdarîkirin li raporên komîteya çalakiyan, komîteya hesabdaran û komîteya  rawêj û guftûgokirina wan raporan.        

     i- rûsipîkirina komîteya giştî.   

      j- amadekirina pêşniyaran jibo komîteya giştî û girtina biryaran di derbarê kar û aboriyê de.

      k- guftûgokirin û bicihkirina pêşniyarên endaman.

 l- girtina biryarê di derbarê jimareya endamên komîteya giştî de.     

     m- hilbijartina komîteya giştî.

     n- hilbijartina komîteya rawêj

     o- hilbijartina komîteya hesabdaran.

     p- bidawîkirina civînê.

Maddeya 10:

Komîteya giştî:

Komîteya giştî ji nav xwe komîteyeke kargêr hildibijêre, endamên wê komîteyê evin:

Serok, cîgirê serok, sekreter, berpirsiyarê aborî û endamekî dîtir in.

komîteya kargêr li gorî pêwîstiyê dicive û raporên xwe dişîne ji komîteya giştî re û komîteya giştî bi kêmanî salê çar caran dicive

Serokê encûmenê gazî civînê dike û cihê wê nişan dide  bi kêmanî du hefteyan berî civînê.

Karên komîteya giştî:

      - Xebat jibo cêbicêkirina biryar û armancên EKSS.

- Şopandin û berpirsiyariya pirsên aborî.      

      - Amdekirina rapora aborî û ya çalakiyan ji civîna salê re.

      - Di çarçoveya destûr û armancên EKSS de karê rojane dikê.            

Maddeya 11:

Komîteya hesabdaran:

Ji aliyê civîna salê ve tê hilbijartin û çûne û hatina pereyên EKSS di navbera du kongiran de, di ber çavan re derbas dike û raporekê ji kongrê re hildide.

Komîteya rawêj:

Ji aliyê kongrê ve tê hilbijartin, zemînê xweş dike ji lîsteyeke endaman ko karibin bibin endamê komîteya giştî ji sala pêş re.

Maddeya 13:

Kongireya awart:

Pêk tê, gava ko 2/3 paran ji endamên EKSS, yanjî piraniya endamên komîteya giştî daxwaz bikin.

Banga jibo kongireke awarte ji endaman re diçê bi kêmanê hefteyekê berî kongirê.

Maddeya 14:

Sala kar:

Sala kar û herweha sala aborî ji EKSS re ji 01.01 dest pê dike û 31.12 an jî bi dawî dibe.

Maddeya 15:

Endam:

   1- kurdên sûrî ko li swêdê dijîn dikarin bibin endam ko rêza destûr û armancên EKSS bigrin.

   2- Komîteya giştî biryara endamtiyê dide, û gava ko ji kesekî re jibo endamtiyê bibêjê na, divê bikarebiryara xwe şîrove bike         

   3- Her kes dikare dev ji EKSS berde bi şêweyê nivîskî.

Maddeya 16:

Guhertina destûr

Bi pesendkirina (Qebûlkirina) 2 ji 3ê paran ji endamên kongirê dikare destûr bê guhertin.

Maddeya 17:

Hilweşandina encûmenê:

Gava ko du kongire li pey hev dawa hilweşandina encûmenê bikin bi gava ko 2 ji 3ê paran ji endamên kongirê, wê gavê di kongire piştî we de biryara çareyekê ji pere  û hatiyên encûmenê re tê dîtin, lê tucarî çê nabe ko pere li endaman bêne belavkirin

Maddeya 18:

Cêbicêkirina destûr:

Ji 07.05.2005 an ve kar bi vî destûrî dibe.


 

DESTÛRA HINDIR YA IKSS

 

 

Maddeya 1:

Nav: înîsyatîva kurdên Sûrî li Swêdê.

 

Maddeya 2:

Dezgehekî hilbijarî ji civîna sazdar ya Kurdên Sûrî yên ku li Swêdê dijîn. Ev dezgeh xebata xwe li gor prîsîpên demokratî û li gor zagona Swêd dike.

 

Maddeya 3:

Endamên IKSS bi serê xwe têne nav vî dezgehî, û berpirsiyariya xwejî bi xwe radikin li pêş civîna salane û li gor destûr û programa wî.

 

Maddeya 4:

Biryar têne girtin li gor dengdanê, bi piraniyê.

 

Maddeya 5:

Komîteya giştî li gor şêweya kar komîteyan saz dike.

 

Maddeya 6:

Komîteya giştî wê lîsteyan bi navê Kurdên Sûrî li Swêdê peydake ji bo danîna bingeheka asankirina kar di rojên pêş de.

 

Maddeya 7:

Heger endamek ji komîteya giştî destûr û armancên IKSS binpê bike, komîte dikare licneyeke taqîbatê  saz bike, û ji mafê wê licnê ye ku wî endamî bitezîne bi piraniya 2ji 3ê an û rewşa wî endamî wa dimîne ta kongreyê.

 

Maddeya 8:

Piştî salekê ji civîna sazdar, kongireya yekem li dar dikeve.

 

Maddeya 9:

Endametî: her Kurdekî Sûrî li Swêdê dijî, û xwe bi destûr û armancên vî dezgehî ve girêdide, dikare bibe endam.

 

Maddeya 10:

Cihê dezgeh: Uppsala ye.

 

Maddeya 11:

Nirxê endamtiyê 200 kronê Swêdî her sal.

 

Maddeya 12:

Bi kêmanî, komîteya giştî her salê çar caran dicive.

 

Maddeya 13:

-Endamên komîteya giştî 15 in û 3 cîgirin.

-komîteya hesabdaran 2 endamin.

-komîteya rawêj 4 endamin.

 

 

PROGRAMA GIŞTÎ

 

 

1-       avakirina têkeliya di navbera kurdên Sûrî li Swêdê û kurdên Sûrî li tarrawgehê, û xebat ji bo sazkirina nûnerêtiyeke giştî ji bo kurdîn Sûrî li Ewropa.

2-       Avakirina têkeliyên xurt bi sazî û dezgehên Swêdî û navnetewî re.

3-       Cêbicê kirina înformasyonên girêdayî kurden Sûrî û belavkirina wan ser raya giştî di riya hemû beşên medya û di riya  dezgehên mafê mirovan û hwd.

4-       Li darxistina çalakiyên civakî ji bo nêzîkkirinê di nav kurdên Sûrî li Swêdê de û ji bo xurkirina wan bi welêt re û bi vî welatê nû re.

5-       Danûstan bi komelên Sûrî yên dîtir.

6-       Peydakirina hatiyên aborî ji bo ku komîteya giştî bikaribe armancên xwe cêbicê bike.

 

 

 

 

 

www.kurdo.org