10.10.2005 Kurdo.org
siyasetek e hevgirtî ji bo gelê kurd
Endamê perlemana Swêdê ji aliyê partiya Gel ve(fp) birêz Erik Ullenhag pakêtek e pêşniyaran pêşkêşî perlemana Swêdê kir bi navê " siyasetek e hevgirtî ji bo gelê kurd" fermo di beşê swêdî de bixwînin.
08.10.2005 Kurdo.org
Serjimartina 1962an û şewata sînema Amûdê
Bi beşdariya çend hêz û dezgehên Kurdistanî, îro li Stockholmê Encûmena Kurdên Sûrya li Swêdê EKSS, (45) salvegera şewata sînema Amûdê û (43) saliya serjimartina 1962 an, ya ko reş bi ser kurdan de hatibû, ahengek li darxist.
Piştî rawestîna deqeke bêdengiyê, rêzgirtin ji canê şehîdên Kurdistanê re, Dr. Ebdulbasit Seyda gotinek bi navê EKSS pêşkêş kir. Di gotina xwe de Dr.Seyda basa şewata sînema Amûdê, serjimartina reş ya 1962an, rewşa Kurdistan û rojhilata navîn, pêwîstiya Kurdên Rojava bi hevkariyê, û girîngiya hebûna dezgehên wek EKSS kir.
Birêz Nesret Hacî bi navê Hukûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Şermîn Bozerselan bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê FKSS, û birêz M.Emîn Sîracî bi navê komeleya Salmendên Kurd axifîn û piştgiriya xwe ji doza kurdên Rojava re nîşan dan, û herweha rêjîma Sûrî şermezar kirin.
Çend kesên ko ji şewata sînema Amûdê filitîbûn, rabûn basa tiştê ko bi çave xwe dîtibûn kirin.
Piştî bênvedaneke kin filmeke dekominter li ser şewata sînemê û yekjî li ser serhildana 12ê Adarê hatin nîşan dan û aheng bi dawî hat.
18.09.2005 Kurdo.org
Ahenga bîranîna şewata sînemeya Amûdê û riswakirina serjimartina 1962 an
li Stockholmê
Berî 45 salan, êvara 13-11-1960 an, 283 zarokên kurd di sînemeya Amûdê de, li rojavayê Kurdistanê, hatin şewitandin. Îsal jî ev 43 sal in ko, 300 hezar kurd ji hemwelatiya Sûryê hatine avêtin û ji hemû mafên mirovanî bê par mane.
Jibo bîranîna giyanê pakê wan zarokan, riswakirina wê komkujiya kirêt û hovane, jibo ronkirina dijwariya rewşa gelê kurd li Sûryê bi giştî û ya ”ecnebiyan” bi taybetî, koreke çandî - rewşenbîrî li Stockholmê pêk tê.
Bi alîkariya revenda kurd û hemû dezgehên kurdistanî li Swêdê ev kore bi ser dikeve. Em hêviya beşdarbûn û alîkariya we dikin.
Dem: 2005-10-08; 14:00 – 17:00
Navnîşan: Kista Träff; Sverigesalen
Encûmena Kurdên Sûryê li Swêdê (EKSS)
22.07.2005 Kurdo.org
XWEPÊŞANDAN
Grûpeke ji rêxistinên siyasî û civakî yên Kurdistanî, daxazê ji hemû sazî, dezgeh û hêzên Kurd û Kurdistanî dikin ko bi şêweyekî çalak beşdar bin di xwepêşandaneke piştgirî ji Rojhilatê Kurdistanê re, û riswakirina rêjîma Îslamî li Îranê piştî kiryarên hovane yên rêjîma Îranê dijî gelê me li Rojhilat
Cih: Balyozxaneya Îranê li Stokholmê Elfviksvägen,Västra Yttringe gård, LIDINGÖ
Dem: Şemî 23.07.2005 seet 12.00-15.00
22.06.2005 Kurdo.org
40 rojiya şêx M. Maşoq Al Xiznewî li Stockhlmê
Stockholm-
Roja şemiyê,
09-07-2005
an, 40 roj di ser şehîdketina şêx Maşoq Al-Xiznewî re derbas dibin. Jibo
rêzgirtin û bîranîna şehîdê nemir, revenda kurd li Swêdê 40 rojiya wî li
Stockholmê pêktîne.
Her kesekî ko, şareziya xwe li ser jiyan, dîtin, xebat û helwestên şêx Maşoqî hebe kare hingê, bi nivîskî yan bi devkî, ji beşdaran re reva bike.
Tibabek wêne ligel video têne nîşandan.
Cih:
Akallaby/Stockholm; Tunnelbanna Akalla
Kat:
Roja Şemiyî; 2005-07-09; 13:00 – 17:00
Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê
11.06.2005 Kurdo.org
Rêjîma Sûriyê li Stockholmê hate protestokirin
Stockholm- Bi banga komeke mezin ji hêz û rêxistinên Kurd û Kurdistanê îro 11.06.2005 seet 14.00 bi katê europa li pêş balyozxaneya Sûrya li Stokholmê jin û zarok û gênc û pîran ji herçar aliyên Kurdistanê civiyan ko rêjîma Sûrya riswa bikin û dawa komîsyoneke navnetewî bikin ji bo zelalkirina eger û şêwe û eşkerekirina kujarên şêx Maşûq.
Bi alên Kurdistanê, alên Swêdê, û nivîsên li dijî rêjîma Baas xwepêşander pêşve çûn. Wek nemûne nivîseke weha hebû ( xebat li dijî rejîma Sûrya xebateke li dijî terorê ye).
Xwepêşandan bi deqîqeyeke bêdengiyê li ser şehîdên Kurdistanê û şêxê şehîd Maşûq Xiznewî û herweha bi sirûda Ey Reqîb vebû. Gotin bi swêdî, kurdî, û erebî hatin e xwendin.
Yek ji perlamênterên Swêdê gotineke germ kir, balyozxaneya Sûrya bi nav kir wek balyozxaneya welatekî bê rûmet, dawa Kurdistaneke serbixwe û azad ji herçar beşên Kurdistanê kir.
Nivîskarê suryanî yê navdar Rîmon Macûn rêjîma Sûrya riswa kir û ew bi xwîna şêx Maşûq tewanbar kir û daxwaza azadiyê ji gelê kurd û hemû gelên li Sûrya kir.
Helbestvan Salih Kobanî helbestek li ser şêxê şehîd got û hunermend Bekir ji Sulêmaniyê stranek got, û xwepêşandan bi sirûda Ey Reqîb bi dawî hat.
08.06.2005 kurdo.org
Xwepêşandan
Semî 11.06.2005
katjimêr 14:00
Navdarê kurd şêx Maşoq Al Xiznewî, roja 10-05-2005 an li şamê hate revandin û roja 01-06-2005 an, dewleta Sûriyê kuştina wî eşkere kir. Dewletê êrîşî xwepêşandina cemawerê kurd kir û milkên wan li Qamişlo talan kir. Bi armanca protest- û riswakirina vê kuştina siyasî û kiryara terrorista krêt û hovane, revenda kurd li Swêdê xwepêşandaneke protistoyê li hemberî balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê, di bin van diruşmên jêrîn de, pêktîne:
- * Em rêjîma Sûriyê ji ber vê kuştina siyasî û kiryara terrorista krêt û terorist riswa- û protesto dikin;
- * Em êrîşa ser xwepêşandina kurdan, kuştin, girtin û şkencekirina wan û talankirina milkên wan, bi tundî riswa û protesto dikin;
- *Em doza lêkolîneke navnetewî, jibo eşkerina sucdaranên rast, dikin;
Dem û cihê xwepêşandanê:
Karla plan/ Narvavägen
Roja Semî 11.06.2005; katjimêr 14:00;
Emadekar:
Tevgera Siyasiya Kurd li Sûriyê – Komîteya Swêdê
Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê
Komitya Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurd û Kurdistanî li Swêdê;
Bi piştevaniya:
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Insyatîva Kurdên li Swêdê
Platforma Kurdên li Ewrupa
04.06.2005 kurdo.org
AGAHDARÎ
Bi sedema kuştina şehîdê Kurdistaê Dr.Maşûq Alxiznawî ji aliyê rêjîma Sûrî ve, Encûmena Kurdên Sûrya li Swêdê EKSS dergehê serxweşiyê vedike ji bo hemû Kurdistaniyan, dostên gelê kurd, dost û dilxweşên Dr. Alxiznewî û herkesê ko dixwaze beşdar bibe.
Cih: Uppsala- Stenhagsvägen 123
Dem: 04.06.2005 seet 17.00-21.00
05.06.2005 seet 14.00-21.00
BILA SERÊ GELÊ ME SAX BE
03.06.2005 kurdo.org
AGAHDARÎ
Bi sedema kuştina Dr. Maşûq Alxiznewî ji aliyê dewleta Sûrya ve, Encûmena Kurdên Sûrya li Swêdê EKSS civîneke serxweşî û ragihandinê û ronîkirina şexsiyet û ramanên Dr. Alxiznewî li dar dixe ji bo raya giştî.
Cih: Uppsala- Stora torget
Dem: şemî 4.06.2005 seet 12,00
BILA SERÊ GELÊ ME SAX BE
03.06.2005 kurdo.org
Ji bo malbat û hevalên şehîd Şêx Meeşuq
el-Xeznewî
Ligel
rêz û silavan!
Windakirin û kuştina Dr. Meeşuq giyanê me hemûyan diêşîne. Ev tawankariya dijwar
ne tenê hemberî birêz Meeşuq û malbata wî ye, belkû komployeke siyasî û teroreke
kirêt a li dijî hemû gelê kurd û pirsa wî ya netewî ye. Her kurdekî welatperwer
û her merovekî demokrat û aştîxwaz bi windakirina Şêx Meeşuq diêşe. Gelê kurd
lawekî xwe yê giranbûha winda kir.
Zelalkirina rastiya vê tawankariyê û eşkerekirina dezgehên li paş wê hevkariya
me hemûyan dixwaze. Bi vê armancê çi dikeve ser şanê me, emê bikin.
Em sersaxiyê ji malbata Şêx Meeşuq, dostên wî û gelê kurd re dixwazin.
Şehîd namirin, ew di dilê miletê xwe de dijîn.
Tevgera Kurd li
Suriyê – Komîteya Swêdê
Encûmena Kurdên Suriyê li Swêdê
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Inîsyatîva Kurdên Swêdê
Stockholom, 03.06.2005
20.05.2005 kurdo.org
Li Stockholmê xwepêşandanekê li ber parlamana Swêdê
Protestkirina girtina Dr. Maaşoq Al-xeznesî li Sûriyê, bi xwepêşandanekê li ber parlamana Swêdê, roja 20-05-2005, katjmêr 12:00 – 13:00, pêkhat û bi gihandina nemeyekê bi dawî hat. şandeyeke ji sê kesan nameya xwepêşandanê bir û radestî serokê encûmena serpereştiya Parlamanê, birêz Ulf Christafsson kir. Di nameyê de çend daxwaz ji serokê parlamanê, komîteya pêwendiyên derve û her heft partiyên di parlamanê de, hatin kirin. Ya sereke ew bû ko dewleta Swêdê, doblomasiya xwe û Yekîtiya Ewropayê, jibo parastina jiyana Al-xeznewî û azadiya wî bikar bîne.
Komîteya emadekar
8.05.2005 kurdo.org
Kongireya duwem ya Inisyativa Kurdên Sûrî li Swêd pêkhat
Roja 07.05.2005 an seet 10.00 li bajarê Uppsala kongireya duwem ya Inisyativa Kurdên Sûrî li Swêd bi deqîqeyeke bêdengiyê li ser canê şehîdên Kurdistanê vebû.
Bi amadebûna mêvanên swêdi ji:
1- Partiya sosyaldemokrat
2- Modorat
3- Partiya çep
name û mesacên pîrozbahiyê hatin, ji encûmena parêzgeha Uppsala, kenîseya Swêdî, ji hinek partiyên swêdî, û ji dilxwaza gelê kurd Sîsîlya Vîkstrom ko nikarîbû amade bibe.
Ji rêxistin û dezgehên Kurdistanî:
1- Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê (Hewlêr)
2- Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li swêd.
3- Nûnerê hevkariya hêzên Kurdistanî.
4- Nûnerê Partiya Sosyalîst aKurdistan.
5- Nûnerê komela swêdî-kurdî li Uppsala.
6- Nûnerê Komela Karkerên kurdistaê li Swêdê
Herweha name hatin ji:
1- Komela Nivîskarên kurd li Swêdê.
2- Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava li Derve.
3- Hizbî Rêzgarî Kurdistan.
4- Înîsyatîfa Kurdên Bakûr li Swêdê.
5- Partiya Hevgirtina Gel li Sûrya.
6- Partiya Çepê Kurd li Sûrya.
7- Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrya.
Fîlmeke kin li ser Serhildana 12ê Adarê û çalakî û buyerên girêdayî wê, û çalakiyên kurdan li Swêdê hatê pêşandan.
Nûnenerên kongireyê karên xwe ligora rojevê birêve birin û komîteyeke nû hilbijartin. Yek ji wan guhertinên destûrî ew bû ko, navê IKSS bibe Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê- EKSS. Li ser ronahiya axavtinên nûneran, gotinên mêvanan û nameyên wan, gelek biryar û pêşniyar jibo pêşvebirina Encûmenê û baştirkirina xebat û çalakiyên wê yên pêşerojê, hatin wergirtin.
Roja din, 08-05-2005, komîteya Encûmenê civîna xwe ya yekem pêk anî û komîteyên çalakiyan hilbijartin. Armanc her ew e ko, Encûmen, bi xebat û çalakiyên xwe yên aktîv û kêrhatî, bibe dengê piraniya revenda kurd li Swêdê.
Li ser navê hemû endaman, em dixwazin spasiya hemû beşdaran, gotinên mêvanan û nameyên pîrozbahiyê bikin û serkevtinê ji wan re bixwazin.
Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê
Komîteya birêvebir
08-05-2005
21..04.2005 kurdo.org
Daxuyanî
Kongireya IKSS, 07-05-2005, katjimêr 10:00
nsiyatîva Kurdên Sûriyê li Swêdê (IKSS) kongireya xweya duwem roja 07-05-2005 lidardixe. Em hêvîdarin hemû endam beşdariyeke çalak di karûbarên kongirê de bikin.
Rojeva kongir:
10:00 Danîna navên endaman û pêşwaziya mêvanan;
kaffe û smörgås;
10:30 Vekirina kongirê, bîranîna şehîdan
Xwendina gotinên mêvanan;
Hilbijartina dîwanê.
Xwendina rapora komîteyê - ( çalakî û aborî)
û nirxandina wê.
12:30 – 13:30 – Firavîn.
13.30 Gotubêj liser destûra IKSSê û
pêşneyarên xebatên li pêş.
15:00 – 15.15 – Navber.
15:15 Berdewambun. Rapora Komîteya rawêj û
hilbijartina komîtyan.
Dawî: Srûdê netewî ( Ey reqîb).
Cihê kongirê: Vaksalagatan.2(stora torget) Uppsala
Yên bi tirumpêlê tên: berê xwe bidin (centrum) , tiumpela xwe li parkering a alê çepê (tåg station) ko belaşe deynin û werin stora torget 100 mitir ji wir dûre.
Yên ko bi şêweyên din tên: ji tåg station û buss station 100 mitir dûre.
Ji bo pirsên we û rênîşandan ji kerema xwe telefona me bikin.
Abdulbasit :
0731520541
Kerim : 0707910312
Jelal :
0703403619
Salih : 0706771335
Pirsiyar û pêşniyarên xwe hun dikarin bişînin : ikss@spray.se
HÛN BI XÊR BÊN
29.03.2005 kurdo.org
IKSS li bajarê Bollnäs
Di roja 29.03.2005 delegsionek ji IKSS civîneke înformasyonê bi kurdên sûrî li Bollnäs li darxistin. Piştî şîrovekirina mebesta avagirina dezgehekî wek IKSS, armacên vî dezgehî, kar û xebata vî dezgehî û planên pêşerojê, derî ji pirsiyar, nêrîn û pêşniyarê amadekaran re vebû.
Hemû beşdarên civînê bi şêweyekî erênî li IKSS nerîn û kêfxweşiya xwe nîşan dan bi hebûna dezgehehî weha. Beşdarên civînê hewl dan ko ewe tev li karê IKSS bibin bi şêweyekî çalak.
Hêjayî gotinê ye ko IKSS civînên weha ji kurdên sûrî re li Stockholm, Uppsala, Gävle, Sandviken û nuhajî li Bollnäs li dardixe û herweha IKSS amadekariyênxwe dike ji kongira yekem re ewa ko wê li Uppsala 7.05.2005 li darkeve.
12.03.2005 kurdo.org
Ji hemû hêzên demokrat re
Gelê kurd, li Kurdistana Sûriyê
di bin stemkariyeke duqat de dijî.
Ji
aliyekî ve mafên gelê kurd ên netewî û demokratî yên sade û rawa
jê hatiye stendin û ji aliyê din ve, tunnekirina wî bi hamû şêwe
yên şovînîst û sistematîk tê pêkanîn.
Jiber serjimartina ewarte ya sala 1962 an, li parêzgeha Cizîrê, jimara
kurdên ko, ji hemwelatiya Sûriê hatine avêtin îro digihe 300 hezar
kesan û ev 43 sale ko, ev meruv ji hemû mafên sivîl pêparin.
Bi armanca guhertina demografiya Kurdistana Rojava, dewleta Sûriyê
siyaseta erebkirina herêmên kurdî bi tundî û bêhedan pêktîne,
“Kembera Erebî” di salên 70 yî bicih kiriye, her dice zordariya
aborî – siyasî liser xelkê dijwartir dike, bi sedan xwendevanên kurd
ji zanîngehan derdike, karkeran ji wezîfeyan davêje, rerwþa
tendurustiyê li herêmên kurdan paşve dixe, tevlî dewlemendiyên
wan ên xwerustî herêmên kurd li paş dihêle, welat li kurdan
kiriye zindaneke mezin û wan neçarî koçkirina hindur û derveyê Sûriyê
dike.
Vaye salek di ser Serhildana Kurdistana Sûryayê re derbas bû, li ser
destê polîs û hêzên parastinê yên Sûriyê, bi dehan kurdên sivîl
hatin kuştin, bi sedan birîndar û felc bûn, û bi hezaran hatin
girtin û îşkencekirin. Bi dehan zarokên negihayî, tenê di van çend
mehên dawî de, hatine girtin û işkencekirin.
Ev tevde dilopeke ji deriya tracîdiya gelê kurd li Kurdistana Sûriyê
ye.
Ji ber van tiştan em gazî hemû hêzên û meruvên demokrat dikin
ko, kiryarên deshilatdariya Sûriyê di derbarê gelê kurd de riswa û
şermezar bikin û vê politika wê ya nijadperest rawestînin.
Em daxwazdikin ko:
1- Hebûna gelê kurd di destûra Sûriyê de bête pejirandin.
2- Gelê kurd bibe xwediyê mafên xwe yên
neteweyî, siyasî û demokratî.
3- Rewşa awarte
rabe û zagonên pê ve girêdayî nemînin.
4- Nasnameyên ko, sala 1962 an ji kurdan
hatine stendin li wan vegerin.
5- Girtiyên siyasî bêne berdan.
6- Komîteyeke serbixwe lêkolînan liser bûyerên 12ê avdarê çêke û
sûcdaran destnîþan bike.
7- Leşker û tîmên taybet ji herêmen kurdî derkevin.
8- Girtin, teror, işkence û zindankirina kurdan bête rawestandin.
Înisyatîva Kurdên Sûriyê li Swêdê.
Stockholm 2005-03-12
12.03.2005 kurdo.org
Xwepêşandan li pêş balyozxaneya Sûryayê li Stockholmê
Îro seet 12.30 bi katê Ewropa jimareyke mezin ji kurdên herçar aliyê Kurdistanê û herweha dostên kurdan li pêş balyozxaneya Sûryayê li Stockholmê bi alên Kurdistanê, dahol û zirnê, siloganên dijî rêjîma Bass, şehîdên sehildana Kurdistana Sûrya li bîr anîn.
Çalakiyê bi deqîqeke bêdengiyê
li ser canê şehîdên nemir rawestiyan.
12.03.2005 kurdo.org
Di
hindirê perlemana Swêd de, ji bo serhildanê
Îro seet 10.00 bi dema
Ewropa sîmînerek kurdî- swêdî di derbarê Kurdistana Sûrya û yekemîn
salvegera serhildana 12ê adarê hate çêkirin di hindirê parlamana Swêd
de.
Ji
aliyê swêdî hinek kesayetiyê ku çalakin di warê demokratî û aştiyê
de û pisporin di pirsên rojhilata navîn û pirsgirêka kurdî de,
herweha parlamêntera swêdî, piştgira gelê kurd Sîsîlya Wîkstrom
( Cicilia Wikström ) amade bû.
Birêz
Wîkstrom bixêrhatina mêvanan kir û bi kurtî li ser mafên rewa yên
gelê kurd kir.
11.03.2005 kurdo.org
Di
roja 10.03.2005 endamê Inîsyatîva
Kurdên Sûrya li Swêd IKSS Dr. Kerîm Hesen mêvanê programa “Nûçeyên
sibê” ya televezyona swêdî TV4 bû.
Weke
belgeh Dr. Kerîm nasnameya xwe ya sor (ew nasnameya awarte ku desthilatên
Sûrya dide kurdên Kurdistana Sûrya yên ku nasname ji wan hatiye
wergirtin) , fîlm eke dokument ji serhildanê , û herweha afîşa
IKSS bi xwe re biribû (afîşa ji bo xwepêşandana
li pêş balyozxaneya Sûrya li Stockholmê roja şemiyê
12.03.2005).
Hêjayî
gotinêye ku TV4 yek ji mestirîn televezyonên Swêdê ye.
04.03.2005 kurdo.org
Xwepêşandaneke protêstoyî, li pêş balyozxaneya Sûrya li Stokholmê
Bi
salvegera yekem ya serhildana Kurdistana Sûrya, Înîsyatîva Kurdên Sûrî
li Swêdê IKSS xwepêşandaneke protêstoyî, li pêş
balyozxaneya Sûrya li Stokholmê li dar dixe.
IKSS
bang li hemû Kurdistaniyan dike, herweha bang li kesayetî, komele,
dezgeh û rêxistinên siyasî û civakî yên kurd û swêdî û yên
navnetewî dikê ji bo beşdarî vê çalakiyê bibin.
Bi şehîdan, birîndaran, û girtiyên xwe em çarenivîsa xwe destnîşan dikin û azadiya xwe nêzîktir dikin.

Cih:Karlaplan-
Stokholm
Dem: 12.03.2005 seet: 12.30
Komîteya ragihandinê ya IKSS
02.03.2005 kurdo.org
Nameyeke vekirî ji kurdên sûrî li Swêd re
Armancên Inîsyatîva Kurdên Sûriyê li Swêd
1-
Avakirina têkeliya di navbera kurdên Sûrî
li Swêdê û kurdên Sûrî li tarrawgehê, û xebat ji bo sazkirina nûnerêtiyeke
giştî ji bo kurdîn Sûrî li Ewropa.
2-
Avakirina têkeliyên xurt bi sazî û
dezgehên Swêdî û navnetewî re.
3-
Cêbicê kirina înformasyonên girêdayî
kurden Sûrî û belavkirina wan ser raya giştî di riya hemû beşên
medya û di riya dezgehên
mafê mirovan û hwd.
4-
Li darxistina çalakiyên civakî ji bo nêzîkkirinê
di nav kurdên Sûrî li Swêdê de û ji bo xurkirina wan bi welêt re û
bi vî welatê nû re.
5-
Danûstan bi komelên Sûrî yên dîtir.
6- Peydakirina hatiyên aborî ji bo ku komîteya giştî bikaribe armancên xwe cêbicê bike
Initiativkommitté För Syriska Kurder i Sverige
Att främja kontakt mellan syriska
kurder i Sverige och kurder i exil samt arbeta för bildande av en
representation för syriska kurder i EU.
Att främja och skapa kontaktnät mellan
kurder och olika myndigheter i Sverige och andra internationella
organisationer som verkar för mänskliga rättigheter.
Att samla och bearbeta information och
fakta om kurder och informera olika svenska myndigheter, massmedier och
andra nationella och internationella instanser som arbetar och verkar för
mänskliga rättigheter.
Att ge pressmeddelanden om kurdiska
folket i Syrien
Att skapa en information –
kommunikations kanal.
Att främja integrationen
Att främja kontakten med andra
etniska syriska exilgrupper.
Att stärka kontakten med hemlandet