|
|
ÇáãæÞÚ ÈÇáÚÑÈíÉ Svenska Kurdî Kontaktinformation Senast uppdaterat 2006-06-11 |
|
|
Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê EKSS hate damezrandin di 5/6/2004 li bajarê Uppsala - Swêd,bi navê Inisiatîva kurdên Sûryê li Swêdê.Armnaca wê ewe, ko nûnertiya kurdên Sûryê li Siwêdê bike .
|
08.06.2006 Kurdo.org Sêyemîn kongira EKSS Bi beşdariya kurdên Sûryê ji gellek bajarên Swêdê, roja şemiyê 03.06.2006 kongira sêyem ya Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS vebû. bixwine.. 28.05.2006 Kurdo.org Yekemîn salvegera Şêxê Şehîdan Di yekemîn salvegera şehîdbûna şêxê şehîdan Maşûqê Xiznewî de, em bejna xwe ji hemû şehîdên kurdistanê re ditewînin.bixwîne... 28.04.2006 Kurdo.org
Di bi vê parolê de kongira EKSS a sêyemîn li dar dikeve, bixwîne.. 11.05.2006 Kurdo.org Nameya EKSS Jibo serokê hikûmeta kurdistanê, birêz Nêçîr Barzanî, bixwîne.. 15.04.2006 Kurdo.org Agehdarî Roja Yekşemê 16-04-2006, katjimêr 13:00, hevdîtinek ligel nivîskar Îbrahîm Mehmûd, li pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê çêdibe. Bi beşdarbûna we emê kêfxweş bibin. Encûmena Kurdên Sûryê li Swêdê - (EKSS); Pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê Navnîşan: Skeppsholmen 12.04.2006 Kurdo.org Vexwendin ji bo sîmîner Encûmena Kurdên Sûryê li Swêdê EKSS we vexwendî sîmînereke wêjeyî dike li gel rewşenbîr û nivîskar mamosta Îbrahîm Mehmûd ji rojavayê Kurdistanê. Mamosta Îbrahîm di warê felsefê, siyaset, wêje û gellek babetên dîtirde jî xwe mijûl dike. EKSS bi germayî bixêrhatina mamosta Îbrahîm Mehmûd dike ko bi mîvandarî ji welêt hatiye vir, û herweha bixêrhatina we hemiyan dike bo sîmînerê. Cih: Uppsala- Solistvägen.22 Dem:2006.04.14 katjimêr: 14:00 03.04.2006 Kurdo.org Daxuyanî Jibo piştgirtina raperîn û xwepêşandanên van rojan li Bakurê Kurdistanê, bixwîne.. 12.03.2006 Kurdo.org AGAHDARI Komîteya hevkariya komeleyên kurd li Uppsala-Swêd, çalakiyeke hevbeş li dardixe ji bo 18 saliya komkujiya kurdan li Helebçe û hemû kurdistaniyan vexwendî çalakiyê dike. Dem: 16.03.2006 katjimêr:16.00- 18:00 Cih: Stora torget- Uppsala 08.03.2006 Kurdo.org DAXUYANÎ
Ligora biryara komîteya gişti ya Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKSS), ji bo bîranîna Serhildana Kurdistana Sûriyê, destûra manîfestationekê li ber perlemana Swêdê, roja 2006-03-10, hatibû stendin. Paşê hate bihîstin ko, hin rêxistinên kurdên Sûriyê, bi tena xwe, dixwazin xwepêşandanekê li ber balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê, roja 2006-03-11 çêkin. Me hewil da ko em herdû çalakiyan bi hev re bikin yan wan bikin yek, lê mixabin daxwaza me biserneket. Jibo rêzgirtina rumeta şehîdan û parastina yekîtiya revenda kurd li Swêdê, biryara me hate guhertin û di şûna manifestationê de, wê şandeke kurdî, roja 2006-03-10 , nameyeke hevbeş bi navê Encumenê, hemû dezgeh û rêxistinên kurdistaniyên din li Swêdê, radestî parlamana Swêdê, Encûmena Yekitiya Ewrupa û serokatiya YE Austria(Nemsa) bike. Em piştgiriya hemû çalakiyên riswakirina rêjîma Sûriyê dikin û hêvîdarin xwepê şandana hemberî balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê serketî be. Bijî serhidana rojavayê Kurdistanê û hezar silav li canê pakê şehîdên Kurdistanê bin.
Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKSS)
Cih û dema Xwepêşandanê: Karla Plan; Narvavägen 32 11-03-2006; 13:00-15:00 10.10.2005 Kurdo.org siyasetek e hevgirtî ji bo gelê kurd Endamê perlemana Swêdê ji aliyê partiya Gel ve(fp) birêz Erik Ullenhag pakêtek e pêşniyaran pêşkêşî perlemana Swêdê kir bi navê " siyasetek e hevgirtî ji bo gelê kurd" fermo di beşê swêdî de bixwînin. 08.10.2005 Kurdo.org
Bi beşdariya çend hêz û dezgehên Kurdistanî, îro li Stockholmê Encûmena Kurdên Sûrya li Swêdê EKSS, (45) salvegera şewata sînema Amûdê û (43) saliya serjimartina 1962 an, ya ko reş bi ser kurdan de hatibû, ahengek li darxist. Piştî rawestîna deqeke bêdengiyê, rêzgirtin ji canê şehîdên Kurdistanê re, Dr. Ebdulbasit Seyda gotinek bi navê EKSS pêşkêş kir. Di gotina xwe de Dr.Seyda basa şewata sînema Amûdê, serjimartina reş ya 1962an, rewşa Kurdistan û rojhilata navîn, pêwîstiya Kurdên Rojava bi hevkariyê, û girîngiya hebûna dezgehên wek EKSS kir. Birêz Nesret Hacî bi navê Hukûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Şermîn Bozerselan bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê FKSS, û birêz M.Emîn Sîracî bi navê komeleya Salmendên Kurd axifîn û piştgiriya xwe ji doza kurdên Rojava re nîşan dan, û herweha rêjîma Sûrî şermezar kirin. Çend kesên ko ji şewata sînema Amûdê filitîbûn, rabûn basa tiştê ko bi çave xwe dîtibûn kirin. Piştî bênvedaneke kin filmeke dekominter li ser şewata sînemê û yekjî li ser serhildana 12ê Adarê hatin nîşan dan û aheng bi dawî hat.
18.09.2005 Kurdo.org Ahenga bîranîna şewata sînemeya Amûdê û riswakirina serjimartina 1962 an li Stockholmê
Berî 45 salan, êvara 13-11-1960 an, 283 zarokên kurd di sînemeya Amûdê de, li rojavayê Kurdistanê, hatin şewitandin. Îsal jî ev 43 sal in ko, 300 hezar kurd ji hemwelatiya Sûryê hatine avêtin û ji hemû mafên mirovanî bê par mane. Jibo bîranîna giyanê pakê wan zarokan, riswakirina wê komkujiya kirêt û hovane, jibo ronkirina dijwariya rewşa gelê kurd li Sûryê bi giştî û ya ”ecnebiyan” bi taybetî, koreke çandî - rewşenbîrî li Stockholmê pêk tê. Bi alîkariya revenda kurd û hemû dezgehên kurdistanî li Swêdê ev kore bi ser dikeve. Em hêviya beşdarbûn û alîkariya we dikin. Dem: 2005-10-08; 14:00 – 17:00 Navnîşan: Kista Träff; Sverigesalen Encûmena Kurdên Sûryê li Swêdê (EKSS) 22.07.2005 Kurdo.org XWEPÊŞANDAN Grûpeke ji rêxistinên siyasî û civakî yên Kurdistanî, daxazê ji hemû sazî, dezgeh û hêzên Kurd û Kurdistanî dikin ko bi şêweyekî çalak beşdar bin di xwepêşandaneke piştgirî ji Rojhilatê Kurdistanê re, û riswakirina rêjîma Îslamî li Îranê piştî kiryarên hovane yên rêjîma Îranê dijî gelê me li Rojhilat Cih: Balyozxaneya Îranê li Stokholmê Elfviksvägen,Västra Yttringe gård, LIDINGÖ Dem: Şemî 23.07.2005 seet 12.00-15.00 22.06.2005 Kurdo.org 40 rojiya şêx M. Maşoq Al Xiznewî li Stockhlmê
Her kesekî ko, şareziya xwe li ser jiyan, dîtin, xebat û helwestên şêx Maşoqî hebe kare hingê, bi nivîskî yan bi devkî, ji beşdaran re reva bike. Tibabek wêne ligel video têne nîşandan. Cih: Akallaby/Stockholm; Tunnelbanna Akalla Kat: Roja Şemiyî; 2005-07-09; 13:00 – 17:00 Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê 11.06.2005 Kurdo.org Rêjîma Sûriyê li Stockholmê hate protestokirin Stockholm- Bi banga komeke mezin ji hêz û rêxistinên Kurd û Kurdistanê îro 11.06.2005 seet 14.00 bi katê europa li pêş balyozxaneya Sûrya li Stokholmê jin û zarok û gênc û pîran ji herçar aliyên Kurdistanê civiyan ko rêjîma Sûrya riswa bikin û dawa komîsyoneke navnetewî bikin ji bo zelalkirina eger û şêwe û eşkerekirina kujarên şêx Maşûq. Bi alên Kurdistanê, alên Swêdê, û nivîsên li dijî rêjîma Baas xwepêşander pêşve çûn. Wek nemûne nivîseke weha hebû ( xebat li dijî rejîma Sûrya xebateke li dijî terorê ye). Xwepêşandan bi deqîqeyeke bêdengiyê li ser şehîdên Kurdistanê û şêxê şehîd Maşûq Xiznewî û herweha bi sirûda Ey Reqîb vebû. Gotin bi swêdî, kurdî, û erebî hatin e xwendin. Yek ji perlamênterên Swêdê gotineke germ kir, balyozxaneya Sûrya bi nav kir wek balyozxaneya welatekî bê rûmet, dawa Kurdistaneke serbixwe û azad ji herçar beşên Kurdistanê kir. Nivîskarê suryanî yê navdar Rîmon Macûn rêjîma Sûrya riswa kir û ew bi xwîna şêx Maşûq tewanbar kir û daxwaza azadiyê ji gelê kurd û hemû gelên li Sûrya kir. Helbestvan Salih Kobanî helbestek li ser şêxê şehîd got û hunermend Bekir ji Sulêmaniyê stranek got, û xwepêşandan bi sirûda Ey Reqîb bi dawî hat.
08.06.2005 kurdo.org Xwepêşandan Semî 11.06.2005 katjimêr 14:00 Navdarê kurd şêx Maşoq Al Xiznewî, roja 10-05-2005 an li şamê hate revandin û roja 01-06-2005 an, dewleta Sûriyê kuştina wî eşkere kir. Dewletê êrîşî xwepêşandina cemawerê kurd kir û milkên wan li Qamişlo talan kir. Bi armanca protest- û riswakirina vê kuştina siyasî û kiryara terrorista krêt û hovane, revenda kurd li Swêdê xwepêşandaneke protistoyê li hemberî balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê, di bin van diruşmên jêrîn de, pêktîne: - * Em rêjîma Sûriyê ji ber vê kuştina siyasî û kiryara terrorista krêt û terorist riswa- û protesto dikin; - * Em êrîşa ser xwepêşandina kurdan, kuştin, girtin û şkencekirina wan û talankirina milkên wan, bi tundî riswa û protesto dikin; - *Em doza lêkolîneke navnetewî, jibo eşkerina sucdaranên rast, dikin; Dem û cihê xwepêşandanê: Karla plan/ Narvavägen Roja Semî 11.06.2005; katjimêr 14:00;
Emadekar: Tevgera Siyasiya Kurd li Sûriyê – Komîteya Swêdê Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê Komitya Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurd û Kurdistanî li Swêdê; Bi piştevaniya: Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Insyatîva Kurdên li Swêdê Platforma Kurdên li Ewrupa 04.06.2005 kurdo.org AGAHDARÎ Bi sedema kuştina şehîdê Kurdistaê Dr.Maşûq Alxiznawî ji aliyê rêjîma Sûrî ve, Encûmena Kurdên Sûrya li Swêdê EKSS dergehê serxweşiyê vedike ji bo hemû Kurdistaniyan, dostên gelê kurd, dost û dilxweşên Dr. Alxiznewî û herkesê ko dixwaze beşdar bibe. Cih: Uppsala- Stenhagsvägen 123 Dem: 04.06.2005 seet 17.00-21.00 05.06.2005 seet 14.00-21.00 BILA SERÊ GELÊ ME SAX BE
03.06.2005 kurdo.org AGAHDARÎ Bi sedema kuştina Dr. Maşûq Alxiznewî ji aliyê dewleta Sûrya ve, Encûmena Kurdên Sûrya li Swêdê EKSS civîneke serxweşî û ragihandinê û ronîkirina şexsiyet û ramanên Dr. Alxiznewî li dar dixe ji bo raya giştî. Cih: Uppsala- Stora torget Dem: şemî 4.06.2005 seet 12,00 BILA SERÊ GELÊ ME SAX BE 03.06.2005 kurdo.org Ji bo malbat û hevalên şehîd Şêx Meeşuq el-Xeznewî 20.05.2005 kurdo.org Li Stockholmê xwepêşandanekê li ber parlamana Swêdê Protestkirina girtina Dr. Maaşoq Al-xeznesî li Sûriyê, bi xwepêşandanekê li ber parlamana Swêdê, roja 20-05-2005, katjmêr 12:00 – 13:00, pêkhat û bi gihandina nemeyekê bi dawî hat. şandeyeke ji sê kesan nameya xwepêşandanê bir û radestî serokê encûmena serpereştiya Parlamanê, birêz Ulf Christafsson kir. Di nameyê de çend daxwaz ji serokê parlamanê, komîteya pêwendiyên derve û her heft partiyên di parlamanê de, hatin kirin. Ya sereke ew bû ko dewleta Swêdê, doblomasiya xwe û Yekîtiya Ewropayê, jibo parastina jiyana Al-xeznewî û azadiya wî bikar bîne. Komîteya emadekar 17.05.2005 kurdo.org Agehdarî Bi armanca parastina jiyana şêx Maaşûq Alxeznewî, xwepêşandaneke protestoyê li ber dergehê parlamana Swêdê li Stockholmê (Riksdag) pêk tê. Alxeznewî roja sêşemba 10-05-2005 an, li paytextê Sûriyê şamê, hate revandin û ta niha winda ye. Desthilatiyên Sûrîyê didin mandelê û xwe lê nakin xwedî. Daxwaz ew e ko dewleta Swêdê vê kiryara krêt û nemeruvane riswa bike û ligel rayagiştiya cîhanî daxwaza azadkirina Alxeznewî ji Sûriyê bike. Em hêvîdar in hemû welatperwer, aştîxwaz û demokrat beşdariyê di vê çalakiyê de bikin. Xwepêşandan: Çax: Înê 20-05-2005, katjimêr 12:00- 13:30 Cih: Mynttorget – li ber dergehê Riksdag
Bi hevkariya:
08.05.2005 kurdo.org Kongireya duwem ya Inisyativa Kurdên Sûrî li Swêd pêkhat Roja 07.05.2005 an seet 10.00 li bajarê Uppsala kongireya duwem ya Inisyativa Kurdên Sûrî li Swêd bi deqîqeyeke bêdengiyê li ser canê şehîdên Kurdistanê vebû. Bi amadebûna mêvanên swêdi ji: 1- Partiya sosyaldemokrat 2- Modorat 3- Partiya çep name û mesacên pîrozbahiyê hatin, ji encûmena parêzgeha Uppsala, kenîseya Swêdî, ji hinek partiyên swêdî, û ji dilxwaza gelê kurd Sîsîlya Vîkstrom ko nikarîbû amade bibe. Ji rêxistin û dezgehên Kurdistanî: 1- Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê (Hewlêr) 2- Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li swêd. 3- Nûnerê hevkariya hêzên Kurdistanî. 4- Nûnerê Partiya Sosyalîst aKurdistan. 5- Nûnerê komela swêdî-kurdî li Uppsala. 6- Nûnerê Komela Karkerên kurdistaê li Swêdê Herweha name hatin ji: 1- Komela Nivîskarên kurd li Swêdê. 2- Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava li Derve. 3- Hizbî Rêzgarî Kurdistan. 4- Înîsyatîfa Kurdên Bakûr li Swêdê. 5- Partiya Hevgirtina Gel li Sûrya. 6- Partiya Çepê Kurd li Sûrya. 7- Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrya. Fîlmeke kin li ser Serhildana 12ê Adarê û çalakî û buyerên girêdayî wê, û çalakiyên kurdan li Swêdê hatê pêşandan. Nûnenerên kongireyê karên xwe ligora rojevê birêve birin û komîteyeke nû hilbijartin. Yek ji wan guhertinên destûrî ew bû ko, navê IKSS bibe Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê- EKSS. Li ser ronahiya axavtinên nûneran, gotinên mêvanan û nameyên wan, gelek biryar û pêşniyar jibo pêşvebirina Encûmenê û baştirkirina xebat û çalakiyên wê yên pêşerojê, hatin wergirtin. Roja din, 08-05-2005, komîteya Encûmenê civîna xwe ya yekem pêk anî û komîteyên çalakiyan hilbijartin. Armanc her ew e ko, Encûmen, bi xebat û çalakiyên xwe yên aktîv û kêrhatî, bibe dengê piraniya revenda kurd li Swêdê. Li ser navê hemû endaman, em dixwazin spasiya hemû beşdaran, gotinên mêvanan û nameyên pîrozbahiyê bikin û serkevtinê ji wan re bixwazin. Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê Komîteya birêvebir 08-05-2005 21..04.2005 kurdo.org Daxuyanî Kongireya IKSS, 07-05-2005, katjimêr 10:00
nsiyatîva Kurdên Sûriyê li Swêdê (IKSS) kongireya xweya duwem roja 07-05-2005 lidardixe. Em hêvîdarin hemû endam beşdariyeke çalak di karûbarên kongirê de bikin. Rojeva kongir: 10:00 Danîna navên endaman û pêşwaziya mêvanan; kaffe û smörgås; 10:30 Vekirina kongirê, bîranîna şehîdan Xwendina gotinên mêvanan; Hilbijartina dîwanê. Xwendina rapora komîteyê - ( çalakî û aborî) û nirxandina wê. 12:30 – 13:30 – Firavîn. 13.30 Gotubêj liser destûra IKSSê û pêşneyarên xebatên li pêş. 15:00 – 15.15 – Navber. 15:15 Berdewambun. Rapora Komîteya rawêj û hilbijartina komîtyan. Dawî: Srûdê netewî ( Ey reqîb). Cihê kongirê: Vaksalagatan.2(stora torget) Uppsala Yên bi tirumpêlê tên: berê xwe bidin (centrum) , tiumpela xwe li parkering a alê çepê (tåg station) ko belaşe deynin û werin stora torget 100 mitir ji wir dûre. Yên ko bi şêweyên din tên: ji tåg station û buss station 100 mitir dûre. Ji bo pirsên we û rênîşandan ji kerema xwe telefona me bikin. Abdulbasit : 0731520541 Kerim : 0707910312 Jelal : 0703403619 Salih : 0706771335 Pirsiyar û pêşniyarên xwe hun dikarin bişînin : ikss@spray.se HÛN BI XÊR BÊN
|
Initiativkommitté För Syriska Kurder i Sverige bildades 5/6/2004 i staden Uppsala i Sverige och är en rikstäckande demokratisk vald representation av Syriska exilkurder i Sverige.Nu heter organisationen: Rådet för syriska kurder i Sverige |
|
Erşiv |
|
Copyright © 2005 www.kurdo.org |