
DESTÛRA HINDIR Û ARMANCÊN EKSS
Maddeya 1:
Nav:
Encûmena kurdên sûrya li Swêdê. EKSS
Maddeya 2:
Pergal:
civîna giştî ya salane (kongire) komîteya encûmenê hildibijêrê.
Maddeya 3:
Armanc:
1- Avakirina têkeliyan di navbera revenda kurdên sûrya li Swêdê û revendên kurdê sûrya li welatên cûrbecûr de.
2- Avakirina têkeliyan bi dezgehên swêdî û yên navnetewî re jibo armancên EKSS.
3- Serrastkirina agahdariyên girêdayî gelê kurd li Sûrya û ragihandina wan agahdariyan bo raya giştî û dezgehên mafê mirovan.
4- Pêkanîna çalakiyên civakî bi mebesta xurtkirina têkeliyan di navbera kurdên Sûrya li Swêdê de, xurtkirina têkeliyan bi welêt re û bi civaka swêdî re. herweha têkelî bi revendên sûrî li Swêdê re yek ji armancên EKSS e.
5- Xurtkirina têkiliyan bi revend,rêxistin û dezgehên kurdistanî re.
6- Peydakirina pereyan jibo cêbicêkirina armancên EKSS.
Maddeya 4:
Şêweya kar.
- EKSS xebatê dike li gor prînsîpên demokratiyê û zagonên swêdî.
- Endamên EKSS nûnertiya xwe tenê dikin û bi her yekî bi serê xwe re hesab dibe li pêş kongirê.
Maddeya 5:
Biryar:
Biryar tên e girtin li gor dengdanê, bi piraniyê.
Maddeya 6:
EKSS komîteyên pispor saz dike li gor biryarên kongirê û şêweyên kar.
Maddeya 7:
Cih:
Cihê EKSS bajarê Uppsala – Swêd e.
Maddeya 8:
Komîte:
1- civîna giştî ya salê (kongire).
2- komîteya giştî.
3- komîteya hesabdaran.
4- komîteya rawêj.
5- civîna awarte.
Maddeya 9:
Civîna salê
- Bilindtirîn organ e, salê carekê pêk tê berî bidawîbûna meha Hezîranê.
- Bi kêmanî berî mehekê ji civîna salê daweya amadebûnê tê şandin ji endamên beşdar re.
Civîna salê bi van karan radibe:
a- pêşwaziya mêvanan û vekirina civînê.
b- hilbijartina komîteyekê jibo birêvebirina civînê.
c- hilbijartina komîteyekê jibo duqetkirina biryarên civînê û gihandina wan biryaran bo komîteya giştî a hilbijartî ji civîna salê.
d- hilbijartina komîteya dengdanê.
e- biryardana rewabûna civînê.
f- amadekirina lîsteya kesên ko mafê wan yê dengdanê heye.
g- bicihkirina rojeva civînê.
h- guhdarîkirin li raporên komîteya çalakiyan, komîteya hesabdaran û komîteya rawêj û guftûgokirina wan raporan.
i- rûsipîkirina komîteya giştî.
j- amadekirina pêşniyaran jibo komîteya giştî û girtina biryaran di derbarê kar û aboriyê de.
k- guftûgokirin û bicihkirina pêşniyarên endaman.
l- girtina biryarê di derbarê jimareya endamên komîteya giştî de.
m- hilbijartina komîteya giştî.
n- hilbijartina komîteya rawêj
o- hilbijartina komîteya hesabdaran.
p- bidawîkirina civînê.
Maddeya 10:
Komîteya giştî:
Komîteya giştî ji nav xwe komîteyeke kargêr hildibijêre, endamên wê komîteyê evin:
Serok, cîgirê serok, sekreter, berpirsiyarê aborî û endamekî dîtir in.
komîteya kargêr li gorî pêwîstiyê dicive û raporên xwe dişîne ji komîteya giştî re û komîteya giştî bi kêmanî salê çar caran dicive
Serokê encûmenê gazî civînê dike û cihê wê nişan dide bi kêmanî du hefteyan berî civînê.
Karên komîteya giştî:
- Xebat jibo cêbicêkirina biryar û armancên EKSS.
- Şopandin û berpirsiyariya pirsên aborî.
- Amdekirina rapora aborî û ya çalakiyan ji civîna salê re.
- Di çarçoveya destûr û armancên EKSS de karê rojane dikê.
Maddeya 11:
Komîteya hesabdaran:
Ji aliyê civîna salê ve tê hilbijartin û çûne û hatina pereyên EKSS di navbera du kongiran de, di ber çavan re derbas dike û raporekê ji kongrê re hildide.
Komîteya rawêj:
Ji aliyê kongrê ve tê hilbijartin, zemînê xweş dike ji lîsteyeke endaman ko karibin bibin endamê komîteya giştî ji sala pêş re.
Maddeya 13:
Kongireya awart:
Pêk tê, gava ko 2/3 paran ji endamên EKSS, yanjî piraniya endamên komîteya giştî daxwaz bikin.
Banga jibo kongireke awarte ji endaman re diçê bi kêmanê hefteyekê berî kongirê.
Maddeya 14:
Sala kar:
Sala kar û herweha sala aborî ji EKSS re ji 01.01 dest pê dike û 31.12 an jî bi dawî dibe.
Maddeya 15:
Endam:
1- kurdên sûrî ko li swêdê dijîn dikarin bibin endam ko rêza destûr û armancên EKSS bigrin.
2- Komîteya giştî biryara endamtiyê dide, û gava ko ji kesekî re jibo endamtiyê bibêjê na, divê bikarebiryara xwe şîrove bike
3- Her kes dikare dev ji EKSS berde bi şêweyê nivîskî.
Maddeya 16:
Guhertina destûr
Bi pesendkirina (Qebûlkirina) 2 ji 3ê paran ji endamên kongirê dikare destûr bê guhertin.
Maddeya 17:
Hilweşandina encûmenê:
Gava ko du kongire li pey hev dawa hilweşandina encûmenê bikin bi gava ko 2 ji 3ê paran ji endamên kongirê, wê gavê di kongire piştî we de biryara çareyekê ji pere û hatiyên encûmenê re tê dîtin, lê tucarî çê nabe ko pere li endaman bêne belavkirin
Maddeya 18:
Cêbicêkirina destûr:
Ji 07.05.2005 an ve kar bi vî destûrî dibe.
DESTÛRA HINDIR YA IKSS
Maddeya 1:
Nav: înîsyatîva kurdên Sûrî li Swêdê.
Maddeya 2:
Dezgehekî hilbijarî ji civîna sazdar ya Kurdên Sûrî yên ku li Swêdê dijîn. Ev dezgeh xebata xwe li gor prîsîpên demokratî û li gor zagona Swêd dike.
Maddeya 3:
Endamên IKSS bi serê xwe têne nav vî dezgehî, û berpirsiyariya xwejî bi xwe radikin li pêş civîna salane û li gor destûr û programa wî.
Maddeya 4:
Biryar têne girtin li gor dengdanê, bi piraniyê.
Maddeya 5:
Komîteya giştî li gor şêweya kar komîteyan saz dike.
Maddeya 6:
Komîteya giştî wê lîsteyan bi navê Kurdên Sûrî li Swêdê peydake ji bo danîna bingeheka asankirina kar di rojên pêş de.
Maddeya 7:
Heger endamek ji komîteya giştî destûr û armancên IKSS binpê bike, komîte dikare licneyeke taqîbatê saz bike, û ji mafê wê licnê ye ku wî endamî bitezîne bi piraniya 2ji 3ê an û rewşa wî endamî wa dimîne ta kongreyê.
Maddeya 8:
Piştî salekê ji civîna sazdar, kongireya yekem li dar dikeve.
Maddeya 9:
Endametî: her Kurdekî Sûrî li Swêdê dijî, û xwe bi destûr û armancên vî dezgehî ve girêdide, dikare bibe endam.
Maddeya 10:
Cihê dezgeh: Uppsala ye.
Maddeya 11:
Nirxê endamtiyê 200 kronê Swêdî her sal.
Maddeya 12:
Bi kêmanî, komîteya giştî her salê çar caran dicive.
Maddeya 13:
-Endamên komîteya giştî 15 in û 3 cîgirin.
-komîteya hesabdaran 2 endamin.
-komîteya rawêj 4 endamin.
PROGRAMA GIŞTÎ
1- avakirina têkeliya di navbera kurdên Sûrî li Swêdê û kurdên Sûrî li tarrawgehê, û xebat ji bo sazkirina nûnerêtiyeke giştî ji bo kurdîn Sûrî li Ewropa.
2- Avakirina têkeliyên xurt bi sazî û dezgehên Swêdî û navnetewî re.
3- Cêbicê kirina înformasyonên girêdayî kurden Sûrî û belavkirina wan ser raya giştî di riya hemû beşên medya û di riya dezgehên mafê mirovan û hwd.
4- Li darxistina çalakiyên civakî ji bo nêzîkkirinê di nav kurdên Sûrî li Swêdê de û ji bo xurkirina wan bi welêt re û bi vî welatê nû re.
5- Danûstan bi komelên Sûrî yên dîtir.
6- Peydakirina hatiyên aborî ji bo ku komîteya giştî bikaribe armancên xwe cêbicê bike.