
Destûra Inîsyatîva Kurdên
Sûriyê li Swêd
DESTÛRA HINDIR
Maddeya
1:
Nav:
înîsyatîva kurdên Sûrî li Swêdê.
Maddeya
2:
Dezgehekî
hilbijarî ji civîna sazdar ya Kurdên Sûrî yên ku li Swêdê dijîn. Ev
dezgeh xebata xwe li gor prîsîpên demokratî û li gor zagona Swêd dike.
Maddeya
3:
Endamên
IKSS bi serê xwe têne nav vî dezgehî, û berpirsiyariya xwejî bi xwe
radikin li pêş civîna salane û li gor destûr û programa wî.
Maddeya
4:
Biryar
têne girtin li gor dengdanê, bi piraniyê.
Maddeya
5:
Komîteya
giştî li gor şêweya kar komîteyan saz dike.
Maddeya
6:
Komîteya
giştî wê lîsteyan bi navê Kurdên Sûrî li Swêdê peydake ji bo danîna
bingeheka asankirina kar di rojên pêş de.
Maddeya
7:
Heger
endamek ji komîteya giştî destûr û armancên IKSS binpê bike, komîte
dikare licneyeke taqîbatê saz
bike, û ji mafê wê licnê ye ku wî endamî bitezîne bi piraniya 2ji 3ê an
û rewşa wî endamî wa dimîne ta kongreyê.
Maddeya
8:
Piştî
salekê ji civîna sazdar, kongireya yekem li dar dikeve.
Maddeya
9:
Endametî:
her Kurdekî Sûrî li Swêdê dijî, û xwe bi destûr û armancên vî dezgehî
ve girêdide, dikare bibe endam.
Maddeya
10:
Cihê
dezgeh:
Maddeya
11:
Nirxê
endamtiyê 200 kronê Swêdî her sal.
Maddeya
12:
Bi
kêmanî, komîteya giştî her salê çar caran dicive.
Maddeya
13:
-Endamên
komîteya giştî 15 in û 3 cîgirin.
-komîteya hesabdaran 2
endamin.
-komîteya
rawêj 4 endamin.