|
|
الموقع بالعربية Svenska Kurdî Kontaktinformation Nûkirina dawî 2008-03-26 |
Inîsyatîva Kurdên Sûriyê li Swêd hat
damezrandin di 5/6/2004 li bajarê Uppsala li Swêd û armnaca wê ewe,
ko nûnertiye kurdên Sûriyê li Siwêdê bike.Nuha navê wê
buye: Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê.
.
Dastûr û armancên EKSS
|
21/03-2008 kurdo.org
QAMIŞLO - Do dora seet 18:00 de li taxa rojava ya Qamişloyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê sê welatiyên kurd kuştin û çarên dî birîndar kirin. Ev bûyer qewimî dema welatiyên kurd li hev kom bûbûn û li dora agirê Newrozê cejna Newrozê pîroz dikir. Bêyî ku ti pirsgirêk çêbûbin, ji nişkê ve hêzên ewlekariyê gule berdan welatiyan. Mihemed Zekî Remedan (25), Mihemed Mehmud Hisên (18) û Mihemed Yihya Xelîl (36) bi guleyan hatin kuştin. Kesên ku hatin birîndarkirin, ev in: Kerem Ibrahîm Yûsiv (23), Riyad Yûsiv Şêxê, Mihyedîn Cemîl Îssa (35) û Mihemed Xêr Hecî Îssa (25). Birîna Mihyedîn Îssa dijwar e. Komek ji welatiyên din hatin girtin, Aras Ibrahîm Yûsiv yek ji wan e. Partiyên kurdî li Suriyê rêjîma Suriyê wekî berpirsyara kuştina û birîndarkirina Kurdan bi nav dike û bang li gelê kurd li Kurdistana Suriyê dikin ku şîniyê li dar xin û îsal cejna Newrozê pîroz nekin. Em wek EKSS vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji netewa kurd re dixwazin. Têkilî wê bêne kirin û name bêne şandin bo hemo kesên xwedî bawerî û rol. Serkeftin û pêşveçûn bo Kurd û Kurdistan. 19/3-2008 kurdo.org Newroza we pîroz be Komîta birêvebir ya EKSS ê Newroza gelê Kurd pîroz dike.Xweşiyê û serkeftinê ji bo we û malbata we dixwaze.Em hêvîdarin ku Newroz pêşveçûn,aştî û aramiyê bi ser miletê me de bîne.
18/3-2008 kurdo.org
Di 23ê heyva 2an de, li bajarê Gävle EKSS şevbuhêrkek li darxist. Mebesta serekane ya şevbuhêrkê ew bû ku harmoniyek di nav kurdên binxetê de peyda bibe, û ji aliyê siyasî û civakî ve nêzî hev bibin. Di wê şevbuhêrkê de rewşa kurdên welat û herwiha rewşa kurdan li derveyî welat hate gotûbêj kirin. Hêjayî gotinê ye ku kurdên daniştê bajarê Gävle ên xwedî dikan û restorant sponsoriya vê şevê kirin bi xwarinû vexwarin bo hemo beşdaran, herwiha şev hate xemilandin bi dengê Dr Serdar û hunermend Beha §êxo ve. Şevbuhêrk li gor kesin hazir, pir baş derbas bû. Li vir em çend dîmenan /wêneyan/ ji şevbuhêrkê diweşînin. Gävle 23-02-08
2/2-2008
kurdo.org 5/11-2007 Kurdo.org
Birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê
03.11.2007 kurdo.org KONGIRA IV AN YA EKSS
Kongireya çaremîn a Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS seet 13.00 li bajarê Gävle û bi beşdarbûna 41 nûneran li darket. Piştî xwendina raportan ûnirxandina karê sala bûrî, pêşniyar li ser başkirina kar, xurtkirina xalên lewaz di kar de û herweha şêweya lipêşxistina karê EKSS. Komîteyeke ji pênc endaman û du cîgiran hate hilbijartin û herweha komîteya rawêj û komîteya hesabkaran hate destnîşandan. ji biryarên ko kongirê girtin ewbû ko nameyek bi navê kongirê ji serokê herêma Kurdistanê birêz Masûd Barzanî re di rêkin; di nameyê de gurintiyên Turkiyê di derbarê dagirkirina başûrê Kurdistanê de şermezar bikin û herweha piştgiriya xwe ji gelê xwe re nîşan bikin. kongir seet 17.00 hate bidawîkirin bi şêweyekî serkeftî. 02.10.2007 kurdo.org Vexwendin bo civîna salê- Gävle 2007
Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS civîna xwe ya salê(kongir) li dar dixe. Em bi dilekî şad hemû kurdên Sûryê ko li Swêdê dijîn vexwendî civînê dikin. Em hêvîdarin ko hûn beşdarî civînê bibin bi şêweyekî çalak û bi berpiryariyeke bilind jibo ko em bikaribin lawaziyên xwe binasin, çareyan jêre bibînin, û herweha karê xwe bi gelemperî baştir bikin. Em hêvîdarin ko pêşniyarên we bigihên destê me berî hefteyekê ji civîne, de em bikarin bi bişînin ji hemû endaman re, û herweha bi baştirîn şêwe di civînê de guftûgo bikin. Cih: Folketshus- Gävle (S. Centralg. 10 ) Dem: Şemî 03.11.2007 katjimêr 13.00-17.00 Rojev: 1- vekirina civînê 2- hilbijartina dîwanê 3- pejirandina rojevê 4- xwendina rapora 2006-2007 5- xwendina rapora aborî 2006-2007 6- xwendina rapora rêvîsor an 7- pejirandina raporan 8- azadkirina komîteya birêvebir ji berpirsyariyê 9- guftûgokirina pêşniyaran 10- hilbijartina komîteyeke nû 11- hilbijartina rêvîsoran 12- hilbijartina komîteya rawêj 13- pirsên dîtir 14- bidawîkirina civînê. 15.05.2007 Kurdo.org
Di duemîn salvegera şehîdbûna şêx Maşûqê Xiznewî de, bi dengekî bilindtir ji Kurdistanê û ji derve em dibêjin e şehîdên xwe: ew doza ko hûn ji berve şêhîd bûn xurttir dibe, ew serfirazî û azadiya ko hûn di ber de şehîd bûn nêziktir dibe. Encûmena kurdên Sûryê li Swêdê EKSS jî ji aliyê xwe ve çend civînên bîranînê li bajarên Swêdê li dar dixe, û di van civînan de şêx Murşidê Xiznewî beşdar dibe. 1- Roja Înê 01.06.2007 katjimêr: 18.00 li Vaksala skolan-Uppsala. 2- Roja Şemiyê 02.06.2007 katjimêr: 13.00 li ABF-Fabian salen-Stockholm. 3- Roja Şemiyê 02.06.2007 katjimêr: 18.00 li Valby Brandkår- Västerås. 4- Roja Yekşemê 03.06.2007 katjimêr: 14.00 li Sandviken. 5- Roja Yekşemê 03.06.2007 katjimêr: 18.00 li Komela kurdi-Gävle(Brunnsg.75C). 6- Roja Sêşemê 05.06.2007 katjimêr:( ) li Göteborg. 7- Roja Çarşemê 06.06.2007 katjimêr:( ) li Växjö. Agahdariyên nêzîktir di derbarê cih û dem yên ko me hê cêbicê nekiriye em e bigihênin we gava ko bikeve destê me. tel.0707910312 BI XÊR BÊN 07.03.2007 Kurdo.org XWEPÊŞANDAN Roja 2007-03-12 sêhemîn salyada serhildana gelê kurd li Kurdistana Sûryê ye. Jibo bîranîna vê rûdana dîrokî, rêzgirtina şehîdan û riswakirina siyaseta rêjîma Sûryê û pilanên wê yên nepak li hemberî gelê kurd û pirsa wî ya netewî ya rewa, rêxistinên li jêr binavkirî xwepêşandaneke protestoyê pêk tînin. Em bangî tevaya revenda xwe û dostên gelê kurd dikin ko, hevkar bin û beşdariyeke çalak di vê xwepêşandanê de bikin.
Emadekar: Rêxistinên partiyên siyasî yên kurd li Sûriyê – Rêxistinên Swêdê;
Bi piştgiriya: Komîteya Hevkariya Rêxistinên kurd û Kurdistanî li Swêdê; Federasyona Komelên Kurdistanî li Swêdê - Federasyon; Encumena Kurdên Sûryê li Swêdê - EKSS. Insyatîva kurd li Swêdê – IKS
Dem: 2007-03-11; Katjimêr: 12:00 – 13:30; Cih: Sergelstorg; Stockholm 09.01.2007 Kurdo.org VEXWENDIN Encûmena kurdên sûryê li Swêdê EKSS nûnerê hêzên siyasî yên kurdê Sûryê li derve vexwendî panêlekê dike jibo guftûgokirina rewşa rojavayê kurdistanê bi gelemperî û rewşa hêzên siyasî bi taybetî. Xalên panêlê ev in:
- Beranber partiyên xwe. - Beranber ravenda kurdên Sûryê li derve, - Erkê kurdistanî. Dem; Şemî 13.01.2007, Katjimêr 13,00 -16,00. Cih; ABF-Stockholm, Sveavägen 41, Sandler salen. 04.01.2007 Kurdo.org Bang jibo ravenda kurd li Swêdê
Di 20.12.2006 sekreterê partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê berêz Şêx Alî ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hate revandin û ta îrojî cihê wî ne diyar e! Ravenda kurdên Sûriyê li Swêdê çalakiyeke hevbeş li pêş balyozxaneya Sûriyê li Swêdê li dar dixe weke protêst li dijî van kiryarên ne yasayî. Beşdarên vê çalakiyê herweha wê nameyeke protêst bidin balyozxaneya Sûriyê û doza serbestberdana berêz Şêx Alî bikin. Em piştgiriya vê çalakiyê dikin, tevlî wê dibin, û hemû kurdên Swêdê û dostên kurdan vexwendî çalakiyê dikin.
Dem: Duşem 08.01.2007 katjimêr: 13:00 Cih : Närvavägen.3- Stockholm 05.01.2007 Kurdo.org Vexwendin Weke tête zanîn hêzên ewlekariya leşkerî ya rêjîma Sûriyê roja 20.12.2006-ê li bajarê Heleb sekreterê Partiya Yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê girt û berve cihekî nediyar birin. Tevî hewildanên lêpirsîn û -gerînê, yên ji aliyê xizm û malbeta wî de, hîn jî cih û çarenûsa wî ji malbat û hevalên wî re ne diyar e – hêza ku ew girtî tu agahiyan li ser nade. Lewre jî em bang li revenda kurd û kurdistanî, komele û rêxistinên kurdistanî û herkesê ku rûmet û mafên mirovî li ba nirxdar in dikin, da ku roja Duşemê, 08.01.2007, beşdarî xwepêşandana li pêş balyozxaneya sûrî ya li Stokholmê bibin û piştgiriya xwe bi xebatkar Şêx Alî û hemû girtiyên siyasî li Sûriyê re diyar bikin. Herweha ji bo daxwezkirina serbestberdana wî û hemû girtiyên bîr û ramanê yên di girtîgehên rêjîma Sûriyê de. Azadî ji xebatkar Şêx Alî
22.12.2006 Kurdo.org Semîner
|
|
Erşiv |
|
Copyright © 2005 www.kurdo.org |
Initiativkommitté För Syriska Kurder i Sverige bildades 5/6/2004 i staden Uppsala i Sverige och är en rikstäckande demokratisk vald representation av Syriska exilkurde i Sverige. Nu har det ändrat namn till: Rådet för syriska kurder i Sverige.
Program Stadgar